KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên DAIŞ’ê Kurdan ji Reqayê derdixin
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê ji Kurdan re gotiye ku di nava 72 saetan de ji bajêr derkevin. Lê zor li ciwanan dikin ku tevlî wan bibin. -
Li Nîjeryayê êrîşa bombeyî: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Li bajarê Gujba yê girêdayî eyaleta Yobe ya Nîjerya, di êrîşa xwekujî ya danê sibehê de herî kêm 10 kes mirin 20 kes jî birîndar bûn. -
Di êrîşa bombeyî ya li Hesekê sîvîlekî jiyana xwe ji dest da - HAT NÛKIRIN
Li Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, li nêzî çerxerêya Sînalko teqîn pêk hat. Di encama teqînêde sîvîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn. -
Li Amedê agir bi malekê ket
Li mala du qat a li ser Kolana Santo ya navçeya Rezan a Amedê ji ber kabloyên klîmayê şewat derket. Di encama agir de mal bi tevahî şewitî. Mal hat asta êdî neyê bikaranîn. -
Li Pakîstanê ji ber germê hejmara miriyan, 500 kes derbas kir
Li Pakîstanê ji ber germa zêde heta niha zêdetirî 500 mirovî jiyana xwe ji dest daye. Mirin herî zêde li bajarê Karaçî rû daye, ji ber vê hikûmetê li nexweşxaneyan rewşa awerte îlan kir. -
Çeteyên El-Nûsra koçberê ji Idlibê îşkence kirin
Koçberekî ji Idlibê koçî Efrînê kiriye dema dixwest serdana xizmên xwe yên li Idlibê bike, li ser destê çeteyên EL-Nûsra û Artêşa Eetin hat îşkencekirin. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li herêmên gerîla didome. -
YPG: Bajarokê Eyn Îsa hat rizgarkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di encama operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Girê Spî de, bajarokê Eyn Îsa û Lîwa 93 bi temamî ji çeteyan hatine paqijkirin û 16 gund û gundikek hatine rizgarkirin. -
'Osman Karadenîz bi destê dewletê hat windakirin'
Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, li ser bûyera windakirina Osman Karadenîz, daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Eyn Îsa hat azadkirin
Hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, bajarokê Eyn Îsa yê xwedî girîngiyeke stratejîk e, azad kirin. -
Welatiyên Girê Spî AKP derewandin: Em ji DAIŞ'ê reviyan
Navenda Mafên Penaberan a Baroya Rihayê diyar kir ku penaberên Girê Spî ji DAIŞ’ê reviyane û destnîşan kir ku divê Tirkiye sererastkirina qanûnî bike. -
Esnafên Heskîfê: Ev dîrok a me hemûyan e, divê cîhan xwedî lê derkeve
Li dijî 'bendava ewlekariyê' ya tê xwestin li Heskîfa 12 hezar salî were çêkirin, esnafên Heskîfê banga piştvaniyê li gelên cîhanê kirin. -
Doza li ser kuştina Demîrçî careke din hat taloqkirin
Doza darizandina kujerê Ûgûr Demîrçî yê 3 sal berê li Norşînê hat qetilkirin, cara sêyemîn hat taloqkirin. Malbata Demîrçîn diyar kir ku dewlet hewl dide kujer mafdar nîşan bide. -
Hesen: PKK Êzidiyan diparêze, PDK dixwaze Êzidî koç bike
Nûnerê Meclîsa Şengalê Seîd Hesen diyar kir ku rêveberiya PDK'ê zextê li civata Êzidî ya li kampan dike û destnîşan kir ku bi sedan ciwanên dixwazin ji bo azadkirina Şengalê tevlî refên YBŞ'ê bibin, ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin. -
Şivanê Heskîfê ev 17 salin li dijî bendavê rêberiyê dike!
Alî Ayhan ku jê re dibêjin Şivan Elî yê ku ev 17 salin li Heskîfê rêberiyê, ji bo ku bajarê dîrokî di bin avê de nemîne bi rêbazên balkêş têkoşîna xwe didomîne. -
Ciwan li dijî tecrîda li ser Ocalan daketin kolanan
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê ciwanan ve hat protestokirin. Ciwanan dan xuyakirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bilind bikin. -
Amed: Serketina Girê Spî destketiya hevpar a gelan e
Endama Koordînasyona PAJK'ê Rotînda Amed: Nirxên hêzên YPG/YPJ temsîla wan dikin ewçend deng vedidin ku ji gelek deverên cîhanê enternasyonalîst tevlî refên YPG/YPJ'ê dibin û cihê xwe di vê berxwedanê de digirin. -
Meclîsa Gel a Mexmûrê: Em dixwazin bibin modela mînak a sîstemê
Hevserokên Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kirin ku bi sîstema rêxistinbûyîna meclîsê re ew dixwazin bibin prototîpa sîstema xweseriya demokratîk. -
Bayik: Azadiya Rêbertiya me deynê stûyê me ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Dewamkirina tecrîdê tê wateya şer. Nêzîkatiya li Rêbertiya me sedema şer û aştiyê ye. Azadiya Rêbertiya me jî deynê stûyê me, gelê me û ciwanên me ye. -
Tecrîda li ser Ocalan li Wanê hat protestokirin
Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanyaya ku bi pêşengiya jinên DEM-GENÇ’ê ve hatiye destpêkirin ya ‘Xwedî li rêbertiya xwe derkeve’ bi meşeke meşaleyî hat protestokirin. -
Ji bo çalakiya nobedê wê li ber KE daxuyanî were dayîn
Nobeda Kurdistaniyên li Ewropayê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja Pêncşemê sala xwe ya sêyemîn diqedîne. -
Karayilan: Bi qasî DAIŞ'ê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê derb xwarin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku bi serketina Girê Spî re DAIŞ, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê yên destekê didin DAIŞ'ê derbeke cidî xwarine. -
Leşkerên Tirk dîsa li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo Xendek kolan
Leşkeran bi hinceta "Ewlehiyê" ji nû ve li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dest bi kolandina xendekan kirin. -
Malbata, Heci Tosun ê ev 10 roj in winda ye bi guman in
Welatiyê 40 salî bi navê Haci Tosun ku ji Sîlopî çû Cizîrê ev 10 rojin agahî jê nayê girtin. -
Li hember rojnamevan Candemîr û Yilmaz lêpirsîna ROJ TV’yê
‘Bi hinceta ku nûçegihanên ROJ TV’yê ne li rojnamevan Oktay Candemîr û Hakan Yilmaz lêpirsîn hat vekirin. Di vê çarçoveyê de Candemîr û Yilmaz ji bo îfadedayînê xwestin bên midûriyeta polîsan.