Nûnerê Meclîsa Şengalê Seîd Hesen diyar kir ku rêveberiya PDK'ê zextê li civata Êzidî ya li kampan dike û destnîşan kir ku bi sedan ciwanên dixwazin ji bo azadkirina Şengalê tevlî refên YBŞ'ê bibin, ji aliyê PDK'ê ve tên astengkirin. Hesen got, "PDK bi polîtîkayên xwe re dixwaze Êzidiyan bi awayekî giştî koçber bike."
Nûnerê Meclîsa Gel a Şengalê Seîd Hesen ê ji bo peydakirina desteka navneteweyî ji bo civata Êzidî li Ewropayê hin danûstandinên dîplomatîk dike, rewşa li Şengalê ji ANF'ê re nirxand.
'DIVÊ ŞENGAL DI DEMEKE KURT DE BÊ AZADKIRIN'
Hesen anî ziman ku hînê beşeke mezin a Şengalê di bin destê DAIŞ'ê de ye û diyar kir ku ji ber rêveberiya PDK'ê Şengalê azad nake, hêzên HPG, YPJ û YBŞ wê di demeke kurt de dest bi pêngava azadkirina temamiya Şengalê bikin. Hesen ragihand ku eger di demeke nêz de pêngava azadkirina temamiya Şengalê neyê destpêkirin, di serî mirovên me yên li kampan hêviya bi hezaran mirovan a vegerê dibe ku bi temamî bişikê. Hesen got, "Eger Şengal bi temamî neyê azadkirin, dibe ku Êzidî dest ji xaka xwe berdin û çar aliyên cîhanê belav bibin. Heta salvegera dagirkirina Şengalê eger pêngaveke mezin neyê destpêkirin, ev rewş dibe ku ji bo civata Êzidî rê li ber xeteriyeke mezin veke."
'EM DIXWAZIN MAFÊ XWE YÊ HERÎ XWEZAYÎ MODELA RÊVEBERIYA XWESER AVA BIKIN'
Hesen bibîr xist ku piştî DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, pêşmergeyên li herêmê bêyî şer bike Şengal terikandine û got, "Pêşmergeyên ku me bi salan bi hev re şer kirin, em bi tenê hiştin. Em dixwazin mafê xwe yê herî xwezayî modela xwe ya 'rêveberiya xweser' ava bikin. Her wiha ji ber komkujiyên heta roja îro em lê rast hatine, dixwazin xwe biparêzin, lewma me Yekîneyên Berxwedana Şengalê ava kirin. Ev hêza leşkerî di nava civata Êzidî de hatiye avakirin û niha bi HPG'ê re di parastina Şengalê de roleke mezin dilîze."
'GOTINÊN PDK'Ê YÊN LI HEMBERÎ PKK'Ê NE EXLAQÎ NE'
Hesen da zanîn ku gotinên PDK'ê yên di ser Şengalê re li hemberî PKK'ê bi kar tîne, dûrî ji rastiyan e û ne exlaqî ne. Hesen got, "Ji ber ku pêşmergeyan em di nava lepên DAIŞ'ê de hişt, zilma nehat serê ti ol, ti mezhebî li me Êzidiyan hat kirin. Mirovên me hatin qetilkirin, jinên me hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Zarokên me hatin qetilkirin. PKK û YPG'ê bi nîşandana sekneke însanî re, dayîna bi sedan şehîdan dan pêş çavê xwe û piştî 3 rojan korîdor vekirin. Bi vî rengî pêşî li komkujiyeke mezintir hat girtin. Ev bû 11 meh, hînê gerîlayên PKK'ê û YBŞ wê derê diparêze. Hînê pêşmerge li wê derê li hemberî DAIŞ'ê çalakiyekê nake. Ji Şengalê heta Mexmûrê pêşmerge bi tenê disekine."
'PKK LI SER DAXWAZA GEL LI ŞENGALÊ DIMÎNE'
Hesen da xuyakirin ku PKK li ser daxwaza gelê Şengalê li wir şer dimeşîne û anî ziman ku niyeta PKK'ê ya bicihbûneke mayîne li Şengalê nîne. Hesen diyar kir ku armanca tekane ya PKK'ê parastina gelên li wir e û got, "Ji bo parastina wan bike civata Êzidî daxwazeke bi vî rengî li PKK'ê kir. Ji ber ku Êzidî naxwazin ne bikeve nava lepên yên xiyanet bi wan re kirine, ne jî bikeve nava lepên dijmin. PKK ji bo parastina vî gelî li Şengalê ye. Eger em Êzidî xweseriya xwe ava bikin û meclîsên xwe xurt bikin, ji YBŞ'ê re jî çekan peyda bikin, ji xwe PKK li wir namîne, niyeteke xwe ya mayînê jî nîne. Gotinên neyînî yên PDK'ê li hemberî PKK a gel diparêze, pirsgirêka mejî ye."
'DIXWAZIN ÊZIDIYAN BÊZAR BIKIN Û BERÊ WAN BIDE KOÇBERIYÊ'
Hesen anî ziman ku PDK bi awayekî nebaş nêzî Êzidiyên li kampan dimînin dibe û diyar kir ku PDK di heman demê de ambargo daniye ser Êzidiyên li Çiyayê Şengalê dijî. Hesen da xuyakirin ku PDK bi vê polîtîkaya xwe re zext koçberbûnê li Êzidiyan dike û got, "Bi sedan jin û mêrên ciwan ên li kampan dimînin û dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer bikin, tên astengkirin. Hînê zêdeyî 10 hevalên me li girtîgeha rêveberiya Başûrê Kurdistanê tên ragirtin. Sedema girtina wan jî 'cihgirtina li nava YBŞ'ê û şerê li dijî DAIŞ'ê' ye. Bi van polîtîka û nêzîkatiyan re hewl didin civata Êzidî bêzar bikin û berê wan bidin koçberiyê. Bila her kes vê zanibe; yekane hêza xwedî li me derket HPG, YPG û YPJ bû."
'GIRÎNG E HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DESTEKA ÇEKAN BIDIN YBŞ'Ê'
Nûnerê Meclîsa Şengalê Seîd Hesen da xuyakirin ku divê hêzên navneteweyî li hemberî rewşa civata Êzidî hestyar bin û got, "Bi deh hezaran ciwanên me yên şer bikin hene. Lê divê hêzên navneteweyî alîkariya çekan bidin me. Di destê DAIŞ'ê çekên giran hene, bi çekên di destê me de dijderketina wan zehmet e. Ji bo em Êzidî karibin xwe biparêzin, divê hêzên navneteweyî alîkariya çekan dibin YBŞ'ê. Her wiha divê alîkariya madî û manewî bidin gelê me yê li herêmê dijî."