Doza li ser kuştina Demîrçî careke din hat taloqkirin

Doza darizandina kujerê Ûgûr Demîrçî yê 3 sal berê li Norşînê hat qetilkirin, cara sêyemîn hat taloqkirin. Malbata Demîrçîn diyar kir ku dewlet hewl dide kujer mafdar nîşan bide.

Doza darizandina kujerê Ûgûr Demîrçî yê 3 sal berê li Norşînê hat qetilkirin, cara sêyemîn hat taloqkirin. Malbata Demîrçîn diyar kir ku dewlet hewl dide kujer mafdar nîşan bide.

Rûniştina doza qetilkirina Ûgûr Demîrçî (20) yê ku di 7'ê Mijdara 2012'an de li gundê Morh a Jêrîn a navçeya Bedlîs Norşînê ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin û cezayê ji qatilan re hatî dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate betalkirin, careke din li 1. Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat dîtin. 

Malbata Demîrçî di rûniştina sêyemîn de mafê axaftinê girt û got, "Kurê me bi zanebûn kuştin" û xwest ku cezayê heta bi hetayê bidin qatil. Cerdevan Ûrût ê ku girtî tê darizandin jî got wî bi şaşitî cînayet kiriye.

Piştre dadgehê bi hinceta lêkolîna cînayetê, rûniştin taloqî 21'ê Tîrmehê kir û biryara girtina cerdevan bidome da.

Apê Demîrçî Husnu Demîrçîn diyar kir ku cara sêyemîn doz tê taloqkirin, nerazîbûn nîşan da û got, "Dewlet hewl dide cerdevan mafdar nîşan bide."