Di êrîşa bombeyî ya li Hesekê sîvîlekî jiyana xwe ji dest da - HAT NÛKIRIN

Li Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, li nêzî çerxerêya Sînalko teqîn pêk hat. Di encama teqînêde sîvîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

Li Taxa Til Hecer a bajarê Hesekê, li nêzî çerxerêya Sînalko teqîn pêk hat. Di encama teqînêde sîvîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn.

Teqîn vê êvarê saet 18.50’an de pêk hat. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê bi dest xistine, kamyonek bomberkirî li pişt avahiya Asayîşa Taxa Til Hecer a li nêzî Çerxerêya Sînalko, li ber dîwarê hewşa Asayîşê hate teqandin.

Di encama teqînê de welatiyekî sîvîl jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Her wiha avahiya kargeha gazozan a li cihê teqînê jî hilweşiya. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li cihê teqînê lêkolîn hatin destpêkirin.

Di heman kêliyan de li Taxa Neşwa ku di bin kontrola hêzên rejîmê de ye jî, teqînek pêk hat. Lê der barê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.