Çeteyên El-Nûsra koçberê ji Idlibê îşkence kirin
Koçberekî ji Idlibê koçî Efrînê kiriye dema dixwest serdana xizmên xwe yên li Idlibê bike, li ser destê çeteyên EL-Nûsra û Artêşa Eetin hat îşkencekirin.

Welatiyê Ereb E.M. ê ji bajarokê Sermedê ya Idlibê yê 27 salî ji ber şer û pevçûnan koçber bûye û li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi cih bûye. E.M. di roja 19’ê Hezîranê dema dixwest serdana xizmên xwe yên li Idlibê bike û hin pêdiviyên jiyanî ji xwe re ji wir bîne, li ser benda kontrolê ya Artêşa Fetih a girêdayî Cebhet El-Nusra hate gitin. E.M. got ku ji ber ez li Efrînê bi cih bûne ez girtim û got: ˮJi min re gotin ti kafirî, çima ti li herêma Xweseriya Demokratîk rûdinê.ˮ
Çeteyan E.M. birin cihekî ne diyar û bi daran, têlên rêsayî û şîşên hesin lêdan. Tevlî ku E.M. bi rojî bû jî çeteyan wî 2 rojan li gel xwe hişt, ji ber îşkenceyê ji hiş xwe ve çû, paşê wî li bexçeyekî nêzî bajarokê Sermed Idlibê avêtin.
Piştî ku E.M. tê ser hişê xwe berê xwe dide navçeya Cindirêsê û yek ser berê xwe dide hêzên Asayîşê û wan der barê bûyerê de agahdar dike. Dema E.M. gihişt hêzên Asayîşê şopên îşkenceyê li ser laşê wî diyar bûn. Endamên Asayîşê alîkariya wî kirin û wî gihandin mala wî.
E.M. bang li hemû welatiyên derdikevin derveyî kantonê ku agahdar bin.