Welatiyên Girê Spî AKP derewandin: Em ji DAIŞ'ê reviyan

Navenda Mafên Penaberan a Baroya Rihayê diyar kir ku penaberên Girê Spî ji DAIŞ’ê reviyane û destnîşan kir ku divê Tirkiye sererastkirina qanûnî bike.

Navenda Mafên Penaberan a Baroya Rihayê diyar kir ku penaberên Girê Spî ji DAIŞ’ê reviyane û destnîşan kir ku divê Tirkiye sererastkirina qanûnî bike.

Navenda Mafên Penaberan a Baroya Rihayê piştî serdan û hevdîtina bi welatiyên Girê Spî yên li ser sînor re, li lokala baroyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endama Navenda Mafên Penaberan a Baroya Rihayê Esra Yûrûm der barê  ziyaretê de agahî da û diyar kir ku divê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşînekî navneteweyî bê dayîn û penaberên koçberî Tirkiyeyê bûne dibin sedema pirsgirêkên aborî, demografîk û civakî. Yûrûm anî ziman ku ji ber penaber ji statuya hiqûqî ya mayînde bêpar in pirsgirêkên xebat, starbûn, perwerdehî û tenduristiyê dijîn.

'JI DAIŞ’Ê REVIYAN'

Yûrûm da zanîn ku ev rewş dibe sedema nerehetiyên psîkolojîk ên welatiyan û penaberan. Yûrûm diyar kir kir ku divê Tirkiye hemû peymanên naveneteweyî yên têkildarî penaberan de îmze bike. Yûrûm der barê hevdîtina bi welatiyên Girê Spî yên Serokomar Erdogan û rayedarên AKP'ê digotin "Ji zilma PYD'ê reviyan" jî wiha gotin: "Penaberan got ew ji ber şîdet û gefên çeteyên DAIŞ'ê hatin sînorê Kaniya Xezalan. Penaberên li sînor ji sedî 90 Ereb in û ji sedî 10 jî Tirkmen in. Penaberên qeydên wan temem bûn li Pirsûs, Nisêbîn, Dêrîk û Harranê ji 4 wargehên cuda re hatin şandin. Penaberên Ereb û Tirkmen li wargehên cuda hatine bicihkirin."

Yûrûm destnîşan kir ku di nava peranberên hatin ser sînor de jin, kesên pîr, zarok û kesên astengdar jî hene û penaber demek dirêj li ser sînor hatine rawestandin.