Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê ciwanan ve hat protestokirin. Ciwanan dan xuyakirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bilind bikin.
MANÎSA
Bi pêşengiya Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji 5’ê Nîsanê ve ye pêk tê, li navçeya Şehzadeyan a Manîsayê li taxa Nurlu Pinar, hat protestokirin. Polîsan li pêşiya taxê TOMA sekinandin û ketinên taxê asteng kirin. Li ser vê yekê ciwanan pankarta ‘tecrîda li Rêbertiyê darbeya li aştiyê ketiye’ vekirin û ber bi Nûneriya HDP ya Nurlu Pinarê ve meşiyan. Ciwanan bê navber dirûşme berzkirin. Hevserokê HDP’a Manîsayê Saît Tayci û rêveberên partiyê destek dan meşê. Sayci di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku bi tecrîda li ser Ocalan re, pêvajoya aştiyê hatiye sabotekirin.
MÛŞ
Li Gimgim a Mûşê jî bi pêşengiya DEM-GENÇ’ê meşek meşaleyî pêk hat. Bi sedan kesên li ber avahiya DBP’ê hatin cem hev, ku di nav de hevşaredar û rêveberên DBP û HDP’ê jî hebûn, ber bi taxa Şehîdlîkê ve meşiyan. Di meşê de pankarta ‘heta Rêber Apo azad nebe jiyan li me heram e’ hat vekirin û bênavber dirûşme hatin berzkirin. Piştî meşê gora Leyla Selvî ya YPJ’î hat ziyaret kirin. Li vir sirûd hat xwendin û deqeyek rêz hat girtin. Endamê DEM-GENÇ’ê Velat Elden axivî û got tecrîda li ser Ocalan darbe û îxaneta li pêvajoyê ye.
BÛRSA
Li navçeya Yildirim a Bûrsayê jî bi banga DEM-GENÇ’ê meşek meşaleyî pêk hat. Ciwan li ber avahiya HDP’a navçeya Yildirim hatin cem hev, pankarta ‘Ji Rêber Apo re azadî, xwedî li Rêbertiya xwe derkeve’ vekirin û ber bi taxa Ûlûsê ve meşiyan û li avahiya HDP'ê vegeriyan. Endamê DEM-GENÇ’ê Eser Koçbaş diyar kir ku ji 5’ê Nîsanê heta niha hevdîtinên bi Ocalan re hatine astegnkirin û got AKP li şûna pêvajoya çareseriyê tecrîdê kûrtir dike.
STENBOL
Li Stenbolê jî bi heman armancê û bi pêşengiya DEM-GENÇ’ê li taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceya Stenbolê meşek pêk hat. Gelek ciwanên li ber nûneriya HDP’a Kanaryayê hatin cem hev pankarta ‘Tecrîda li ser Ocalan îxaneta li dijî pêvajoyê ye’ vekirin, meşaleyên xwe pê xistin û ber bi Qasa Stasyonê ve meşiyan. Rêveberên HDP’ê û HDK’ê destek dan meşê.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî aktîvîstên KJA û DEM GENÇ’ê meşek meşaleyî pêk anîn. Rêveberên HDP û DBP’a Şirnexê jî di nav de bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Girseya gel a li ber avahiya HDP’ê kom bû bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Qada Azadiyê ve meşiya. Aktîvîsta DEM GENÇ’ê Çinar di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hewl dida Ocalan weke dîlgirtiyekî siyasî bikar bîne û da zanîn ku wê têkoşîna xwe ji bo azadiya Ocalan bilind bikin.
AMED
Li navçeya Erganiya Amedê jî bi heman armancê meşek pêk hat. Aktîvîstên DEM-GENÇ û KJA’yê bi meşeke meşaleyî tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.