Malbata, Heci Tosun ê ev 10 roj in winda ye bi guman in
Welatiyê 40 salî bi navê Haci Tosun ku ji Sîlopî çû Cizîrê ev 10 rojin agahî jê nayê girtin.
Welatiyê 40 salî bi navê Haci Tosun ku ji Sîlopî çû Cizîrê ev 10 rojin agahî jê nayê girtin.
Welatiyê 40 salî bi navê Haci Tosun ku ji Sîlopî çû Cizîrê ev 10 rojin agahî jê nayê girtin.
Welatiyê 40 salî Hacî Tosun ku ji bo bazirganiyê di 12'ê Hezîranê de bi maşîneya xwe ya plaqeya wê 72 DZ 934 ji Silopî çû Cizîrê ev 10 rojin agahî jê nayê girtin. Malbatê ji bo dîtina Hacî Tosun serî li Midûriyeta Polîsan, Fermandariya Cendirmeyan a Qilaban û Serdozgeriya Komarê ya Cizîr û Sîlopiyê dan. Piştî malbatê dest bi lêgerînê kirin, maşineya Tosun 100 metre nêzî Qeymeqamiya Cizirê hate dîtin. Birayê Hacî Tosun Mesut Yilmaz, diyar kir ku ew ji birayê xwe bi fikar in û ji ber helwesta polîs û dozgeriyê fikarên xwe anîn ziman.