Li Pakîstanê ji ber germê hejmara miriyan, 500 kes derbas kir

Li Pakîstanê ji ber germa zêde heta niha zêdetirî 500 mirovî jiyana xwe ji dest daye. Mirin herî zêde li bajarê Karaçî rû daye, ji ber vê hikûmetê li nexweşxaneyan rewşa awerte îlan kir.

Li Pakîstanê ji ber germa zêde heta niha zêdetirî 500 mirovî jiyana xwe ji dest daye. Mirin herî zêde li bajarê Karaçiyê rû daye, ji ber vê hikûmetê li nexweşxaneyan rewşa awerte îlan kir.

Li Pakîstanê ji ber bandora germa zêde, piranî li bajarê Karaçî zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li eyaleta ku germayî 45 pileyî derbas dike, hikûmetê rewşa awerte îlan kir. Germa zêde weke Hîndîstanê, li Pakîstanê jî bandora xwe li xizanan kiriye.

Di tevahiya rojê de rewşa germê ku 45 pile ye, di saetên êvarî de jî çavlirê ye baran û bahoz bê.

Berpirsyarê Eyaleta Sindî yê Tenduristiyê Dr. Sabir Memon ê ji AFP’ê re got ku hejmara miriyan zêdetirî 500 kesî ye û wê hejmar zêdetir bibe. Di saetên sibehê hatibû diyarkirin ku 450 kes ji ber germê mirine. Lê piştî nîvro ev hejmar zêde bû.