BI DÎMEN

Meclîsa Gel a Mexmûrê: Em dixwazin bibin modela mînak a sîstemê

Hevserokên Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kirin ku bi sîstema rêxistinbûyîna meclîsê re ew dixwazin bibin prototîpa sîstema xweseriya demokratîk.

Hevserokên Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kirin ku bi sîstma rêxistinbûyîna meclîsê re ew dixwazin bibin prototîpa sîstema xweseriya demokratîk. Ji Hevserokan Leyla Arzû Îlhan da xuyakirin ku di nava şert û mercên zehmet ên penaberiyê de wan modeleke rêveberiya gel a mînakdar ava kirine û destnîşan kir ku jin jî weke hêza pêşeng a vê modela rêveberiya demokratîk, ji nava malê heta her qada jiyanê, di rêxistinbûyîna civakî de roleke mezin dilîze.

Hevserok Haci Kaçan jî ragihand ku Meclîsa Gel a Mexmûrê di Konferansa 7. de hin guhertin kiriye û anî ziman ku Meclîsa Gel bi rêxistinbûyînên xwe yên komîn û komîteyan, bi meclîsên li semtan re modeleke nû ya demokratîk a pirsgirêkan di cih de û bi hêza xwe çareser dike, ava kiriye. Hevserokan dan xuyakirin ku sîstema li Mexmûr û Rojava, sîstema xweseriya demokratîk bi xwe ye.

'ME MECLÎSA DESTPÊKÊ LI ERTÛŞÊ AVA KIR'

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan bibîr xist ku ji ber zextên dewleta Tirk, di salên 1993-94'an de ew neçar man koçî Bakurê Kurdistanê bikin û anî ziman ku beriya li wargeha Mexmûrê weke penaberên şer bicih bibin, ew li kampên cuda mane û ji hingî ve dest bi xebatên xwe yên meclîsa gel kirine.

Kaçan diyar kir ku piştî mayîna li cihên cuda ew hatine kampa Ertûşê û got, "Ji bo xweparastina di nava şert û mercên dijwar ên penaberiyê de, me di wê demê de meclîsa xwe ya gel bi rêxistin kirin."

Kaçan anî ziman ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî ji wan neqeriya ye û bi zextên li hêzên Başûrî kirî re, gelek caran ew neçar man cihê kampê biguherînin. Kaçan ragihand ku meclîsa gel di guhertina cih û koçkirinê de, karekî girîng meşandiye.

MECLÎS LI MEXMÛRÊ JI NÛ VE HAT BIRÊXISTINKIRIN

Kaçan da zanîn ku di sala 2000'î de bi xwe gihandina kampa Mexmûrê re wan ji nû ve dest bi xebatên meclîsa gel kirine û da zanîn ku Meclîsa Gel a Mexmûrê bi tevlîbûna gel a ji tax û semtan pêk tê. Kaçan got, "Meclîs bi hilbijartina di konferansa du salan carekê de, dest bi karê xwe dike. Di van konferansan de xebatên dema bihurî tên nirxandin, kêmasî tên tespîtkirin û wezîfeyên dema nû tên diyarkirin. Me di meha Gulanê de di vê çarçoveyê de konferansa xwe ya 7. lidar xist. Konferansa me di 1'ê Gulanê de destpê kir û 6 rojan dewam kir. Hemû xebatên du salên bihurî bi dorfirehî hatin nirxandin, rexne hatin kirin, proje hatin destnîşankirin. Konferansa me ne tenê xebatên li nava kampê nixand. Qewimînên li herêma me weke yek ji rojeva bingehîn nirxand. Ji xwe em mirovên ji ber nêrînên xwe yên siyasî û têkoşîna xwe li kampê ne. Li herêma me qewimînên girîng hene. Rojhilata Navîn serûbin dibe. Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, heye. Di heman demê de vegera kampa Mexmûrê car carna tê nîqaşkirin. Lewma konferansa me, di çarçoveya van hemû rojevan de, xwedî wateyeke taybet bû."

'JI JÊRÊ BER BI JORÊ VE EM XWE BI RÊXISTIN DIKIN'

Haci Kaçan anî ziman ku Meclîsa Gel di vê konferansê de hin guhertin kiriye û got, "Di sîstema me ya meclîsê de ku berê xwe li ser herêman bi rêxistin dikir, hinekî guhertin hat kirin. Ji komunên li taxan destpê dike heta rêxistinbûyînên komîte, meclîsên tax û semtan ji jêrê ber bi jorê ve xwe bi rêxistin dike. Me modeleke bi vî rengî ya rêxistinbûyînê afirandin."

SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ

Kaçan da zanîn ku bi konferansa 7. re ew derbasî sîstema hevserokatiyê bûne, wan koordînasyonek ji 31 kesan pêk tê ava kirine û hevserokên şaredariyê jî di nava vê koordînasyonê de cih digirin. Kaçan got, "Hemû saziyên me yên li kampê di nava meclîsa gel de tên temsîlkirin. Rêveberiya berfireh a ji temsîla hemû saziyan ji 91 kesan pêk tê. Ji bo meclîsa me xebatên xwe bi rêk û pêk bimeşîne, li gorî herêman komîte hatin avakirin. Di ser 8 komîteyan re me xwe bi rêxistin kir. Ev komîteyên dîplomasî, îdeolojîk, civakî, rêveberiyên herêmî, parastin, aborî, rêxistinbûyîn û edaletê ne. Ev komîte li gorî pêwîstiyan ji 7 heta 15 kesan pêk tên. Her komîte di ser xebatên herêman de kar dimeşîne. Her wiha meclîsên semtan bi sîstema hevserokatiyê tê bi rêve birin. Hemû wezîfe bi hilbijartina delegeyên konferansê hatin diyarkirin."

MECLÎSA MEXMÛRÊ MODELA MÎNAK E

Hevseroka Meclîsê Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku bicihanîna sîstema hevserokatiyê, ji aliyê rêxistinbûyîna civakê ve gelekî girîng e û destnîşan kir ku ew dixwazin Mexmûrê weke modeleke pêşeng a vê sîstemê biafirînin. Îlhan anî ziman ku beriya niha jin bi rêya Rêxistina Jinê ya Îştar tevlî xebatên meclîsê dibûn.

Hevserok Leyla Arzû Îlhan got, "Cihgirtina jinên bi awayekî wekhev di rêveberiyê de, bi tenê şematîk nîne. Ji aliyê cewherî ve veguherîneke demokratîk a zîhnî û sîstemî vedibêje. Em tevlîbûna wekhev a jin û mêr esas digirin. Em nîşan didin ku li kampeke biçûk be jî ev bi çi rengî dikare were kirin, li hemberî sîstema zextdar çi dikare were kirin. Ev yek bicihanîna modela xweseriya demokratîk ji aliyê meclîsa gel a Mexmûrê ve ye."

'JIN ÊDÎ LI HER QADA JIYANÊ NE'

Îlhan da zanîn ku jin ji her alî ve xwe birêxistin dikin, hewl didin di nava civakê û siyasetê de bibin xwedî mafê gotinê û got, "Ji bo vê jî weke jin, em di pêvajoyeke cidî ya perwerde û rêxistinbûyînê de ne. Em li kampa Mexmûrê di pratîkê de nîşan didin ku modela xweseriya demokratîk, li hemberî sîstema zayendîparêz, bi çi rengî bi tevlîbûneke wekhev, pêkan e."

'KOMUNÊN JINAN DÎNAMÎKA RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ NE'

Îlhan diyar kir ku li tax û semtan komînên giştî û meclîs hene, lê li gel vê yekê rêxistinbûyînên komîn ên xweser ên jinan jî hene û got, "Jin ji aliyekî ve li mal, kolan û taxan di asta jorîn de tevlî rêveberiyê dibin, li aliyê din jî bi van komînan re vediguherin dînamîkeke mezin a saziya perwerdeyê û rêxistinbûyînê. Li dijî sîstema bi serdestiya mêr û zîhniyeta mêr, em tevgereke mezin a zanebûnê dimeşînin. Tevî van, bi avakirina akademiya jinê re em hewl didin hîn bêhtir jin xwe zane bike."

'JIN HÊZA PÊŞENG A SÎSTEMÊ YE'

Îlhan da zanîn ku bi tecrûbeyên bihurî de îspat bûye ku jin ji aliyê çareseriya pirsgirêkên civakî ve hêza pêşeng e, ji mêr bêhtir xwedî vê potansiyelê ye û got, "Eger bi rastî jî mirov dixwazin pirsgirêkên civakî yên kûr çareser bikin, di navbera zayendan, cihêrengiyan de têkiliyeke demokratîk biafirînin û hemû di nava civakê de bibin xwedî gotin, hingî divê em dakevin kûrahiya pirgirêkê. Li akademiyên me di vî warî de kûrbûnek jinê çêdibe. Bi pêşengiya jinê re sîstema xweseriya demokratî ji nava malbatê destpê dike û di asta meclîsan de xwe bi rêxistin dike. Haya me ji giraniya pirsgirêkan heye û ji ber vê yekê em hewl didin alyên dîrokî û sîstemî yên pirsgirêkan lêkolîn bikin û rêyên çareseriyê biafirînin." Îlhan destnîşan kir ku di van kar û hewldanên xwe de ew tezên civakî û dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re esas digirin.

Îlhan bibîr xist ku jin di pêşvebirina sîstema xweseriya demokratîk de xwedî rola pêşengiyê ye û got, "Ez bawerim ku ev modela sîstema me li kampa penaberan a Mexmûrê di nava şert û mercên dijwar ên penaberiyê de avakirine, wê veguhere yekane modela rêveberiya demokratîk a mirovahiyê."

...