Esnafên Heskîfê: Ev dîrok a me hemûyan e, divê cîhan xwedî lê derkeve
Li dijî 'bendava ewlekariyê' ya tê xwestin li Heskîfa 12 hezar salî were çêkirin, esnafên Heskîfê banga piştvaniyê li gelên cîhanê kirin.
Li dijî 'bendava ewlekariyê' ya tê xwestin li Heskîfa 12 hezar salî were çêkirin, esnafên Heskîfê banga piştvaniyê li gelên cîhanê kirin.
Li dijî 'bendava ewlekariyê' ya tê xwestin li Heskîfa 12 hezar salî were çêkirin, esnafên Heskîfê banga piştvaniyê li gelên cîhanê kirin.
Heskîfa ku ji 10 pîvanên UNESCO xwedî 9 pîvanan e, bi xeteriya bendava ewlekariyê re rû bi rû ye. Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan fermannameya 'Dixwazim heta meha Kanûnê bendav biqede' şand, ji gelê herêmê re ferman hat şandin ku di demeke kurt de bajêr biterikîne. Esnafên Heskîfê ku di nava fikaran de ne, bal kişandin ser bêdengiya saziyên çand û xwezayê û bang li tevahiya gelên cîhanê kirin ku li dijî projeya bendavê seferber bibin. Esnafên Heskîfê ji ANF'ê re axivîn.
ERKAN KAPLAN: Li qiraxa Çemê Dîcleyê min ji xwe re holik çêkiriye û bi vî rengî debara xwe dike. Biryara çêkirina Bendava Ilisû ya Heskîfê di binê avê de bihêle, di sala 1965'an de hat dayîn. Lê belê konjontura siyasî û civakî ya wê demê li ya îro nayê. Piştre bi pêşketina Tevgera Kurd re înaşeta bendavê bi temamî siyasî bû. Niha li vê erdnîgariyê polîtîkaya bêmirovhiştinê tê meşandin. 200 gundên li vir û 75 hezar mirovên li Heskîfê dijîn wê li metropotan bên balvkirin. Beriya 10 salan li navçeya Kerboranê bingeha bendavê hat danîn û bi fermana Serokkomar re wê di nava vê salê de av di bendavê de kom bibe. Eger em li hemberî vê bendavê nerazîbûneke hevpar nîşan bidin, ez bawerim ku wê çêkirina bendavê li Heskîfê ne pêkan be. Têkoşîna mirovên haya xwe ji çand, civak û dîroka xwe hey, niha pêşî li mirovên dixwazin dîrokê tine bikin, girtiye. Niha hewl tê dayîn gelê Heskîfê bi rêbazên cuda were sirgûnkirin. Ji bo Heskîf di binê avê de nemîne em îro vê derê naterikînin.
FAHRETTÎN SUZER: Li Heskîfê dijîm, hûn nikarin mirovekî bi tenê yê ji Heskîfê bibînin ku dixwaze bendav were çêkirin. Tevî mexdûriyeta koçberiyê, ti mirov nemane ku ji aliyê îstimlaqê ve mexdûr nebûye. Mal û şikeftên me yên ji hezaran salî, di berdêla 50 hezar TL yî de bi avahiyên bi qasî pîninekê bi 150 hezar TL difiroşin me. Ti welatiyekî Heskîfê wê nikaribe biçe vê derê.
ŞAKÎR YILDIZ: Li Heskîfê bi esnafiyê debara xwe dikim. Eger bendav were çêkirin em ê neçar bimînin koçî bajarekî din bikin û li wir jiyaneke çawa wê derkeve pêşiya me em nizanin? Ji ber vê yekê em kûrekûr difikirin. Ji xwe destûr nayê dayîn Heskîfa kevin bê ziyaretkirin. Keleha ku tûrîst dixwazin biçin wê bibînin, deriyê wê hatiye kilîtkirin. Tûrîstên berê dihatin ji bo dîtina Heskîfa kevin, niha nema tên. Ev 3 sal in ji ber vê yekê em esnafên Heskîfê nikarin kar bikin. Hema bêjin ser berhemên dîrokî yên Heskîfê hatiye nixumandin ji bo kesek nebîne. Israra xwe ya ji bo çêkirina bendavê dewam dikin. Banga me ne tenê li gelê me ye, li tevahiya gelên cîhanê ye; ev dîrok ne tenê ya me ye, ya tevahiya mirovahiyê ye, werin em bi hev re xwedî lê derkevin.'
CEMAL AKBEL: Karê rêbertiyê dikim, lê niha bêkar im. Sedema dijderketina me ya li bendavê ev e; tevî gorên bav û kalên me, mîrateya wan a bi hezaran salan emanetî ne. Eger armanca dewletê hilberîna elektrîkê be, dikare vê yekê bêyî ku Heskîfê di binê avê de bihêle bike. Lê xuyaye armanc cuda ye.
MÛRAT TEKÎN: Esnafekî Heskîfê me. Em behsa dîrokeke ji 12 hezar salan dikin...Gelê Heskîfê ev 30 sal in li hemberî vê bendavê nerazîbûnê nîşan dide. Bi dîtina me ev yek qirkirina çandê ye, ji ber ku Heskîf ne ya etnîsîte, nasname û çandekê ye. Mîrateyeke hevpar a cîhanê ye ku xwedî gelek çandan e. Heskîf di binê avê de bê hiştin, şaristaniyên li vir jiyan e wê di binê avê de bimînin.