Leşkerên Tirk dîsa li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo Xendek kolan

Leşkeran bi hinceta "Ewlehiyê" ji nû ve li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dest bi kolandina xendekan kirin.

Leşkeran bi hinceta "Ewlehiyê" ji nû ve li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dest bi kolandina xendekan kirin. 

Leşkerên Nisêbînê bi hinceta "Ewlehiyê" li ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de ji nû ve dest bi kolandina xendekan kirin. Leşkeran hefteyek berê dest bi kolandina xendekan kirin û kolandin hê didome. Hat zanîn ku leşkeran li herêma kolandin didome, tedbîrên mezin girtine û destûr nadin kes nêzî qadê bibe. Hat dîtin ku kolandina xendekan li ser Deriyê Sînor ê li rasta taxa Yenişehirê didome û li herêma ku welatiyên sivîl lê diçin û tên didome. Xendekên ku tên kolandin 2 metre firehî, 3 metre kûrahî û bi sedan metre dirêjahî hatiye kolandin. 

Berê jî li ser Sînorê herêma Nisêbîn û Qoserê nêzî kîlometreyekê xendek hatibûn kolandin.