'Osman Karadenîz bi destê dewletê hat windakirin'

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, li ser bûyera windakirina Osman Karadenîz, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, li ser bûyera windakirina Osman Karadenîz, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku "Leşker Osman Karadenîz ê li Fermandariya Navenda Înzibat a Bûca ya Îzmîrê leşker e, ji 12.06.2015'an û vir ve hay jê nîne, ev 11 roj in winda ye" û ev agahî hat dayîn:

'HER LEŞKEREKÎ KURD TÊ ÎNFAZKIRIN!'

"Ji ber polîtîkayên şerê qirêj ê bi dehan salan li Tirkiyeyê hatin meşandin herî zêde ciwanên Kurd zerar dîtin. Artêşa Tirk xwe li ser hişmendiya 'Her Tirk weke leşker ji dayik dibe, her leşkerê Kurd jî tê înfazkirin, windakirin' daye rûniştandin. Ji ber hişmendiyê, yeka nû li trajediyên windakirinên ciwanên Kurd li leşkergehê zêde bû.

Ferza bingehîn a dewleta hiqûqê parastin û ewlekirina mafê jiyanê ye. Xemsariya meqamên edlî yên li pêşberî bûyereke bi vî rengî ya mafê jiyanê eleqedar dike û bêdengiya Wezareta Edaletê nayê qebûlkirin. Hat xwestin ku sînyala telefona Osman Karadenîz bikar dianî û roja bûyerê jî vekirî bû, bê tespîtkirin. Lê belê meqamên edlî ev daxwaz red kir. Ev yek jî nîşan dide ku bûyer bi destê dewletê hatiye kirin."

BANGA LI MEQAMÊN EDLÎ

Komeleyê diyar kir ku ew ji jiyana Osman Karadenîz fikaran dikin û ji meqamên edlî xwest, ku ji bo ronîkirina bûyerê tavilê bikevin nava tevgerê.