BI DÎMEN

Şivanê Heskîfê ev 17 salin li dijî bendavê rêberiyê dike!

Alî Ayhan ku jê re dibêjin Şivan Elî yê ku ev 17 salin li Heskîfê rêberiyê, ji bo ku bajarê dîrokî di bin avê de nemîne bi rêbazên balkêş têkoşîna xwe didomîne.

Alî Ayhan ku jê re dibêjin Şivan Elî yê ku ev 17 salin li Heskîfê rêberiyê, ji bo ku bajarê dîrokî di bin avê de nemîne bi rêbazên balkêş têkoşîna xwe didomîne. Şivan Elî li Heskîfê şîvantî dikir û ji tûrîstan zimanê Îngilîzî hîn bû. Piştre ji bo ev bajarê dîrokî di bin avê de nemîne ji tûrîstan re dibêje ‘li welatê xwe xwedî li Heskîfê derkevin.’

Ji bo bajarê dîrokî Heskîf di bin ava bendavên ewlehiyê de nemîne, têkoşîna xweza û dîrokê didome. Alî Ayhan ê wek ‘Şivan Elî’ tê zanîn ev 17 salin ji tûrîstên tên bajêr re rêberiyê dike.  Pîşeyaê wî şivantî ye.  Di wê navberê de ji tûrîstan zimanê Îngilîzî hîn bûye. Alî Ayhan ê hem şivantî hem jî rêbertî bi hev re kir, ji gelek belgefîlman re bû mijar.

Tevî ku pîşeyê wî yê şivantiyê di nava civakê de dikeve kategoriya herî jêr jî, xwe wek ‘Şivan Elî’ dide nasîn.  Dîroka Heskîfê jî wek dîroknasekî di hişê xwe de jiber kiriye. Ayhan ku xwe da nasîn û piştre jî dîroka Heskîfê bi kurtasî vegot, ev tişt anî ziman: “Ev 20 salin şivantiyê dikim. Ji ber ku li Heskîfî hînê Îngîlîzî, Kurdî, Erebî û Tirkî bûm, rêberiyê dikim. Di encama xebatên arkeolojîk de dîroka 17 hezar salan derket holê. Ev şaristaniya li gel Çemê Dîcleyê hatiye dîtin ji ber navendîbûna bazirganiyê, weke rêya bazirganiyê ya heta Misir û Mûsilê diçe, tê zanîn.  Kesên wê demê li vir dijiyan hem ji ber sermayê û hem jî ji ber germahiyê di zinaran de şikeft çêkirine. Li vir bicih bûne.  Li lutkeyan jî kelehek çêkirine. Ji xwe Heskîf li ser zinarekî mezin hatiye avakirin. Li dora wê du deriyên kelehê hene. Dema ew derî bên girtin mirov nekarin bikevin hundir.  Li jora wê 500 şikeft û 350 perestgeh hene. Nêzî 40 sal berê 10 hezar mirov li van şikeftan dijiyan.”

Ayhan da zanîn biryara Heskîf di bin avê de bê hiştin xwe di salên 1950'î de hatiye dayîn û got: “40 sal berê nêzî 10 hezar kes li şikeftên Heskîfê dijiyan. Bi fermana Serokwezîrê wê demê Suleyman Demîrel re, di bin navê şaristaniyê de şikeft hatin valakirin. Dema Demîrel serokwezîr bû, dibîne ku mirov li şikeftan dijîn.  Gotiye Ewropayî bibînin ku mirov hîna di şikeftan de dijîn wê rezîl bibin. Ji ber vê biryar daye ku gel ji şikeftan derxîne. Welatiyan ji jiyana wan qut bikin.  Ji wê rojê û şûnde bajarê antîk bi tinebûnê re rû bi rû ye. Niha tê fêmkirin ku armanca dewletê ne ev e ku mirovan bi şaristaniyê re bîne cem hev, armanc ev e Heskîfê di bin bendê de bihêlin. Ji xwe çend sal şûnde bendav kirin rojeva Heskîfiyan. Welatiyên Heskîfê bi tirsa bendavê dijîn. Niha 3 hezar kes li vir dijîn. Hem herêm wek herêma sît hat îlankirin û hem jî derfetên jiyanê nehiştin. Gel niha hêdî hêdî koçî Êlihê dike. Berê Heskîf bajar bû, Êlih gund bû. Lê Heskîf niha bajarekê wêran e. Ev 17 salin ez ji tûrîstan re dibêjim rewşa Heskîfê li welatên xwe vebêjin. Ev dîroka Ereb, Kurd û Tirkan tenê nîne. Ev dîroka mirovahiyê ye.”