Çeteyên DAIŞ’ê Kurdan ji Reqayê derdixin
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê ji Kurdan re gotiye ku di nava 72 saetan de ji bajêr derkevin. Lê zor li ciwanan dikin ku tevlî wan bibin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê, çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Girê Sipî û Eyn Îsa derbeyên giran xwarin û ji herêmê hatin derxistin, berê xwe dane Kurdên li bajarê Reqayê.
Hate ragihandin ku çeteyan îro danê êvarê Kurdên li bajêr tehdît kirine û gotinê “Heta 72 saetan ji bajar derkevin”. Lê komên çeteyan nahêlin ciwan derkevin û zorê li wan dikin ku tevlî wan bibin. Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan ji wan re gotiye, “Yan hûn ê tevlî me bibin an jî biçin bajarê Tedbur û bajaroka Suxnê ya girêdayî Humsê.”