Bayik: Azadiya Rêbertiya me deynê stûyê me ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Dewamkirina tecrîdê tê wateya şer. Nêzîkatiya li Rêbertiya me sedema şer û aştiyê ye. Azadiya Rêbertiya me jî deynê stûyê me, gelê me û ciwanên me ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dewamkirina tecrîdê tê wateya şer. Nêzîkatiya li Rêbertiya me sedema şer û aştiyê ye. Azadiya Rêbertiya me jî deynê stûyê me, gelê me û ciwanên me ye."

Bayik der barê tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bersiv da pirsên ajansa me.

Bayik diyar kir ku sedema meşandina tecrîda li ser Ocalan ew e, ku Rêberê Gelê Kurd di deklarasyona 28'ê Sibatê de israr kiriye û xwestiye muzakere destpê bike.

Bayik got, "Ji bilî muzakere û çareseriyê, Rêber Apo axaftinê û hevdîtinê êdî watedar nabîne, qebûl nake. Dibêje ku dewamkirina rewşa berê wê were wateya vegera li rewşa berê. Ji ber vê helwestê nahêlin bi Rêber Apo re hevdîtin werin kirin. Beriya hilbijartinê hin bêaran digotin, derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, tevlîbûna HDP'ê bi navê partiyê li hilbijartinan, planek li dijî Rêber Apo hatiye meşandin e. Vana berdevk an jî alîgirên AKP'ê bûn. Baş e, wê çaxê we çima nehiştin beriya hilbijartinê hevdîtin were kirin. Eger hebûya nêzîkatiyeke bi vî rengî, we çima bi hevdîtina beriya hilbijartinê re ev deşîfre nekirin? Derket holê ku ev demagojî û şêweyekî şerê taybet e. Berevajî, hikûmeta AKP'ê herî zêde li hemberî Rêber Apo bi hêrs e. Ji ber ku yê xwest HDP bi navê partiyê tevlî hilbijartinê bibe û di vî warî de ket nava hewldanan Rêber Apo ye. Rêber APo di heman demê de gotibû, eger bend bê derbaskirin û bi qasî rêjeya ji sedî 15'an deng were bidestxistin, ez ê hesap ji bêbawerên di nava HDP û di nava PKK'ê de bipirsim. Ji aliyê zîhniyet û teorîk ve projeya neteweya demokratîk a HDP'ê ya xwe dispêre biratiya gelan, ya Rêberê Gelê Kurd e. Ji ber vê yekê li hemberî wî bi hêrs in, tecrîdê dimeşînin. Girîng e ev rastî were dîtin. Beriya her kesî jî Erdogan li hemberî Rêber Apo bi hêrs e. Nêzîkatiya otorîter, nêzîkatiya hegemon a Erdogan hatiye têkbirin."

'BI TECRÎDÊ RE DIXWAZIN PÊŞÎ LI BELAVBÛNA NÊRÎNÊN RÊBER APO BIGIRIN'

Bayik da xuyakirin ku ji bo nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negihêjin nava civakê, tecrîd li hemberî wî tê meşandin û ev xal destnîşan kir: "Ew jî dizanin ku Rêber Apo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwaze. Nêrîn, proje û helwestên wî ji bo vê ye; ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Ji bilî demokratîkbûyÎna Tirkiyeyê Rêber Apo li tiştekî nafikire. Ji ber vê yekê AKP ya ji xwe re demokrat e, ji xwe re Misilman e, tecrîdê li hemberî wî dimeşîne, li hemberî Rêber Apo şerê taybet dimeşîne, mîna dîlgirtiyekî nêzî Rêber Apo dibe."

'NAXWAZIN MUZAKEREYÊ BIKIN, DIBÊJIN; TESLÎM BIBIN'

Bayik diyar kir ku eger bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nava şert û mercên azad de muzakere neyê kirin, ji xwe kes nikare behsa pêvajoyekê bike û got, "Eger ji bo muzakereyê wê neçe Îmraliyê, hingî wateya çûyînê jî nîne. Mafê Rêber Apo yê hevdîtina bi parêzeran, bi malbata xwe re heye. Lê belê vî mafî jî asteng dikin. Heyeta HDP'ê serlêdan kir, çima naşînin? Eger ev heyeteke muzakereyê be, çima nayê şandin? Naxwazin muzakereyê bikin, dibêjin teslîm bibin. Dibêjin eger hûn teslîm nebin, çûyîna Îmraliyê jî nîne. Çûyîna Îmraliyê mîna mînetekî nîşan didin. Tiştekî bi vî rengî tê qebûlkirin? Dibêjin, 'eger tu teslîm bibe ez ê bihêlim tu hevdîtinê bike'. Rêber Apo li aliyekî, milîtanekî ciwan ê PKK'ê yê li zîndanê jî vê qebûl nake. Dîroka PKK'ê tê zanîn, dîroka zîndanan tê zanîn, dîroka têkoşînê tê zanîn. Gelo ji vê nêzîkatiyê bêhtir nêzîkatiyeke namerdî û paşverû heye? Nêzîkatiyek ji vê bêhtir dijminatiya li Kurdan heye? Nêzîkatiya li Rêberekî ku Kurd dibêje vîna mina siyasî ye, sermuzakerevan e, tê çi wateyê? Tê wateya dijminatiya li Kurdan, şerê li hemberî Kurdan. Ji ber ku em van polîtîkayên vî zîhniyetî qebûl nakin, wê tecrîdê jî, şerê psîkolojîk jî dewam bikin."

'DAXWAZ ÇEKBERDANÊ LI DIJÎ CIDIYETÊ YE'

Bayik der barê daxuyaniyên rayedarên dewletê yên li ser çekdanînê bi vî rengî bersivand: "Rêber Apo jî, Tevgera me jî li li ser mijara bi dawî kirina têkoşîna çekdarî nîqaşê nameşînin, neaxivin. Heta ku pirsgirêka Kur dçareser nebe, jiyana azad û demokratîk neyê ewlekirin, ti kes nikare behsa tiştekî bi vî rengî bike. Behs bike jî wê ev yek bikeve guhekî me, ji guhê me yê din derkeve. Divê her kes vê zanibe û her kes cidî be. Her roj em bi dehan şehîdan didin, ev şehîd çima tên dayîn? Kîjan gerîla di nava van şert û mercan de çekê datîne? Di van şert û mercan de, çekdanîn li aliyekî, hîn bêhtir tevlîbûn li nava gerîla dibe. Ji xwe divê ciwan hîn bêhtir beşdarî nava refên gerîla bibin. Rewşa li Rojhilata Navîn bi vî rengî ye. Hat dîtin ku li Amedê çi anîn serê gel. Ji ber vê rewşê divê gerîla bi deh qatan, bi sed qatan mezintir bibe. Rastiya Kurdan vê ferz dike. Ji xwe gerîla her diherikin nava gerîla. Polîtîkaya dewleta Tirk hatiye dîtin; polîtîkaya şerê taybet a AKP'ê hatiye dîtin. Ciwan wê hîn bêhtir biherikin nava gerîla. Ji bilî vê yekê, ti ewlekariya jiyana demokratîk û azad a civaka Kurd nîne. Heta ku demokratîkbûyîn pêk neyê, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, nêzîkatiyên Davûtoglû yên weke 'eger dest ji çekê bernedin wê wiha be' li dijî cidiyetê ne, ji aliyê ti kesî ve cidî nayê girtin. Ji aliyê me ve cidî nayê dîtin, ji aliyê gelê me ve cidî nayê dîtin. Girîng e her kes vê rastiyê bibîne."

'AZADIYA RÊBERTIYA ME DEYNÊ STÛYÊ ME HEMÛYAN E'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya şer û got, "Me her timî got; nêzîkatiya li Rêbertiya me sedema şer û aştiyê ye. Wê tecrîd li ser Rêbertiya me bê meşandin, mîna esîr were ragirtin, bi her awayî şerê psîkolojîk were meşandin û ji me bê xwestin ku em li hemberî vê bêdeng bin! Beriya her tiştî wê ciwan li hemberî vê helwestê nîşan bidin, bi deh hezaran ciwan wê biherikin çiyê. Gel wê xwedî li Rêbertiya xwe derkeve, gerîla wê xwedî li Rêbertiya xwe derkeve. Ti kes nikare vê rewşa li hemberî Rêbertî bi ciwanên Kurd, bi gerîla û gelê Kurd bide qebûlkirin. Dîlgirtina Rêbertiya me ji aliyê ti mirovê Kurd ve nehatiye qebûlkirin û wê neyê qebûlkirin. Divê her kes vê bizanibe. Tevgera me tevgereke Rêbertiyê ye; Rêberê me dîlgirtî ye. Lewma azadiya wî deynê stûyê me ye, deynê stûyê gelê me ye, deynê stûyê ciwanên me ye. Ji ber ku vê Rêbertiyê gelekî aşqê azadiyê afirand, ciwantiyeke milîtanê azadiyê afirand, jineke xwedî ruh û dildariya azadiyê afirand. Ji ber vê yekê helwesta li hemberî Rêbertiya me wê neyê qebûlkirin, nepêkane ku ev bê qebûlkirin. Ti kes nikare vê rewşa Rêbertiyê ji rêzê nîşan bide."

'TIRKIYE HEVKARÊ XWE YÊ HERÎ MEZIN DAIŞ'Ê WINDA DIKE'

Bayik bi serketina YPG/YPJ'ê ya li Girê Spî re bal kişand ser rewşa dewleta Tirk ketiyê û got, "Tirkiyeyê hevkarê xwe yê mezin winda dike. DAIŞ li Rojhilata Navîn hevkarê herî mezin ê Tirkiyeyê bû. Di ser DAIŞ'ê re siyaseta Sûriyeyê, siyaseta Rojhilata Navîn dimeşand. DAIŞ'ê weke amûreke siyasî, qerteke siyasî bikar dianî...Tirkiye bi vî rengî difikirî; ez jî êdî dewleteke mezin im, ez jî dikarim hin derdoran ji xwe re weke maşik bikar bînim, weke hevkar bikar bînim! Bi vê têgihiştinê ket nava vî karî. Lê belê ket nava karekî jê mezintir, ket nava karên qirêj. Niha bi rastî jî hesap dike ku bi çi rengî xwe ji nava vê çirava qirêj derxîne."

'DEMA DAIŞ DERBÊ DIXWE, ENQERE DINALE'

Bayik anî ziman ku Girê Spî-Kaniya Xezalan navenda lojîstîk a DAIŞ'ê û got, "Di vir re çek, xwarin, cebilxane, kinc, her tişt jê re diçû. Petrol jî ji vir difiot û pere ji vir digirt. Tirkiyeyê jî di vê têkiliyê de hem pere qezenç dikir, hem jî ew weke amûreke siyasî bikar dianî. Ji ber vê yekê sînorê Kaniya Xezalan veguherîbû qadeke derbasbûnê ji bo DAIŞ'ê. Bûbû eniya paşê ya DAIŞ'ê. Cîhanê bi vê dizanîbû. Lewma bi hêzên navneteweyî re pirsgirêk jiya. DYA, Ewropa, tevahiya cîhan baş dizane ku Tirkiye destekê bi çi rengî dide DAIŞ'ê, El Nûsra, Ahrar El Şam. Hem destekê dide DAIŞ'ê, hem jî destekê dide El Nûsra. Bi vî rengî dixwest hemû çeteyên çekdar ên li Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe û mîna amûreke siyasî bikar bîne. Ji ber vê yekê, gava DAIŞ'ê derbê dixwe, Enqere dinaliya. Ya ku herî zêde li ber têkçûna DAIŞ'ê dikeve, dewleta Tirk e. Mîna ku li hemberî wê şer tê meşandin. Ji ber vê yekê di asta herî bilind de xwedî li DAIŞ'ê derdikeve, li hemberî êrîşên li dijî DAIŞ'ê derdikeve. Niha Kaniya Xezalan û derdora wê, Serêkaniya serxetê veguherîne biryargehên DAIŞ'ê. Ji van deveran milîtan û sempatîzan ji DAIŞ'ê re tên peydakirin. Tirkiye ji vê ne aciz e. AKP'ê xwe û Tirkiye xistiye nava çiravê. Rastî ev e."

Bayik anî ziman ku dijminatiya li Kurdan, dewleta Tirk xistiye nava vê rewşa xetimandî û got, "Ji ber Şoreşa Rojava AKP li dijî her kesî derket. Maskeya li rûyê AKP'ê hat xistin. Ji ber vê yekê dijminatiyeke ewçend dijwar li Şoreşa Rojava dike, dijminatiyê li YPG û YPJ'ê dike."

Bayik destnîşan kir ku ji her demê bêhtir di rewşa niha de Tirkiye di polîtîkaya Rojhilata Navîn de xetimiye û ev rastî ji aliyê her kesî ve tê bilêvkirin.

'ŞOREŞA ROJAVA WÊ BIBE BINGEHA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku serketina Girê Spî wê bandorê li pêşeroja Sûriyeyê bike û got, "Şoreşa Rojava wê bibe bingeha Sûriyeya Demokratîk. Êdî bêyî li ber çavan girtina Şoreşa Rojava, avakirina Sûriyeyeke nû ne pêkan e."