Ji bo çalakiya nobedê wê li ber KE daxuyanî were dayîn
Nobeda Kurdistaniyên li Ewropayê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja Pêncşemê sala xwe ya sêyemîn diqedîne.
Nobeda Kurdistaniyên li Ewropayê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja Pêncşemê sala xwe ya sêyemîn diqedîne.
Nobeda Kurdistaniyên li Ewropayê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja Pêncşemê sala xwe ya sêyemîn diqedîne. Bi wesîleya salvegera çalakiya nobedê wê sibe li Konseya Ewropayê (KE) daxuyaniyek çapemeniyê bê dayîn.
Daxuyanî wê bi amadebûna girseya gel saet di 11'an de were dayîn.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' di 25'ê Hezîrana 2012'an de hatibû destpêkirin û bi beşdariya bi sedan kesî re, çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyan e.
Ji destpêka çalakiyê heta roja îro 157 koman bi sed hezaran belavokên bi zimanê Îngilîzî, Elmanî û Fransî belav kirin û heta meha Sibatê bi deh hezaran îmze kom kirin. Di çarçoveya nobedê de heta niha bi 50 hezar kesî re li ser armanca çalakiyê diyalog hat kirin, têkoşîna Ocalan, pirsgirêka Kurd û qewimînên li Rojhilata Navîn hatin vegotin.