‘Bi hinceta ku nûçegihanên ROJ TV’yê ne li rojnamevan Oktay Candemîr û Hakan Yilmaz lêpirsîn hat vekirin. Di vê çarçoveyê de Candemîr û Yilmaz ji bo îfadedayînê xwestin bên midûriyeta polîsan.
Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihanê ajansa me ANF’ê Oktay Candemîr û nûçegihanê DÎHA’yê Hakan Yilmaz ji bo îfadedayînê çûn şaxa TEM’ê ya girêdayî Miduriyeta Polîsan a Wanê.
Beriya niha ji ber bi telefonê tevlî ROJ TV’yê bûye ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve nûçegihanê me Oktay Candemîr di çarçoveya operasyona çapemeniyê ya KCK’ê de salekê li girtîgehê ma, vê carê jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve ‘bi hincetên ku nûçegihaniya ROJ TV’yê û bûyîna endamê rêxistina terorê ya çekdarî û propagandaya rêxistina terorê ya çekdarî kiriye’ doz hatiye vekiriye.
Der barê nûçegihanê DÎHA yê Hakan Yilmaz de, di 2013’an de dema ku êrîşî Şehîdgeha Xerzanê hat kirin bi hinceta peywendiya telefonê li gel ROJ TV’yê kiriye û nûçe ragihandiye bi sedema ‘endamtiya rêxistinê’ doz lê hatiye vekirin. Her wiha hevoka ‘Şehîdgeha Xerzanê’ ya di dema peywendiyê de bikar anî jî weke delîla endamtiya rêxistinê hatiye nîşandan. Di vê çarçoveyê de Yilmaz jî bi parêzer Cemal Demîr re çû şaxa TEM’ê ya Midûriyeta polîsanya Bajêr û îfade da.
‘BI HEMAN SÛCDARKIRINÊ DUYEM CAR DOZ LÊ TÊ VEKIRIN’
Oktay Candermîr der barê dozê de agahî da û da diyarkirin ku “Bi heman sûcdarkirinê duyemîn car e doz lê tê vekirin, bi salane li ser rojnamevanên Kurd bi rêya darazê polîtîkayên bêzarkirinê tê meşandin. Lê ew nikarin pêşî li pîşeyê me û mafê gel ê nûçe standinê bigirin.”
‘HEVOKA ŞEHÎDGEH WEK DELÎL HAT HESIBANDIN’
Nûçegihanê DÎHA’yê Hakan Yilmaz da diyarkirin ku “Mîjareke bi naveroka nûçeyî weke endamtiya rêxistinê dinirxînin. Xebatên rojnamevaniyê yên em dikin tê krîmînalîzekirin. Peyva ‘Şehîdgeh’ a min bikar anî çawa dibe ji bo endamtiya rêxistinê weke delîl were nîşandan.
Parêzer Cemal Demîr jî der barê lêpirsîna hat vekirin de wiha axivî “ Dibe ku saziyên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî li wan geriyabin. Jixwe ev erka rojnamevaniyê bi xwe ye. Di heman de ev azadiya nûçe standina gel e û bi ti şêweyî nayê pejirandin.
Oktay Candemîr ji ber heman sûcdarkirinan di doza KCK’ê de hîna tê darizandin. Her wiha li beramberî rewşek bi vî awayî rû bi rû mayîna wî rewşek li dijî dadgeha sûc a darizandinê ye.”