Li Amedê agir bi malekê ket

Li mala du qat a li ser Kolana Santo ya navçeya Rezan a Amedê ji ber kabloyên klîmayê şewat derket. Di encama agir de mal bi tevahî şewitî. Mal hat asta êdî neyê bikaranîn.

Li mala du qat a li ser Kolana Santo ya navçeya Rezan a Amedê ji ber kabloyên klîmayê şewat derket. Di encama agir de mal bi tevahî şewitî. Mal hat asta êdî neyê bikaranîn.

Li ser Kolana Santo ya navçeya Rezan a Amedê di mala du qat de şewat derket û mal tevahî şewitî. Hat zanîn ku mala şewitî aîdî malbata Alkan e. Di dema şewatê de malbata Alkan û cîranan bi xortumê û amûrên din hewl dan şewatê vemirînin. Hat zanîn ku şewat ji ber kabloyên ceyranê yên kilîmayê derketine. Dema şewatê destpê kir zarokekî malbatê jî ku li malê bû û di dema şewatê destpê kiriye ji malê reviyaye. Her wiha  şêniyên taxê îdîa kirin ku îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê dereng hat cihê bûyerê û ji ber vê yekê mal bi temamî şewitî.