Çeteyan xwe spartin leşkerên Tirk
Ji çeteyên DAIŞ’ê danê sibehê ketin nava Kobanê û êrîşî sivîlan kirin, 3 çete ji dorpêça hêzên YPG’e reviyan û xwe spartin leşkerên Tirk.
Ji çeteyên DAIŞ’ê danê sibehê ketin nava Kobanê û êrîşî sivîlan kirin, 3 çete ji dorpêça hêzên YPG’e reviyan û xwe spartin leşkerên Tirk.
Ji çeteyên DAIŞ’ê danê sibehê ketin nava Kobanê û êrîşî sivîlan kirin, 3 çete ji dorpêça hêzên YPG’e reviyan û xwe spartin leşkerên Tirk. Walîtiya Rihayê der barê êrîşa îro ya li dijî Kobanê de îdîa kir ku çete ji Cerablûsê derbas bûne. Lê pirên di navbera Kobanê û Cerablûsê de berê hatibûn tinekirin û ji ber vê jî ne mimkune ku çete ji Cerablûsê derbas bibin.
Çeteyên DAIŞ’ê yên ji dorpêça YPG’ê reviyan, derbasî Tirkiyeyê bûn. Sê çeteyan cil û bergên YPG’ê li xwe kirin û di destê wan de teqemenî hebûn derbasî gundê Etmanîk a Pirsûsê bûn. Welatiyên bi vê hesiyan, dan pey çeteyan. Çete çûn cem leşkerên Tirk. Hat hînbûn ku çeteyên di li cem leşkeran e, ne tenê bi çekê bi kêran jî êrîşî sivîlan kirine û ji ber van êrîşan zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest daye.
Di êrîşên çeteyan ên danê sibehê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn. Walitiya Rihayê der barê êrîşa îro ya li dijî Kobanê de îdîa kir ku çete ji Cerablûsê derbas bûne. Lê pirên di navbera Kobanê û Cerablûsê de berê hatibûn tinekirin û ji ber vê jî ne mumkune ku çete ji Cereblûsê derbas bibin.
Hêzên YPG û YPJ’ê çete dorpêç kirin û hat gotin ku pevçûn li navenda bajêr tenê li herêmekê didome.