Tirkiye derbasbûna birîndaran asteng dike
Tirkiye derbasbûna birîndarên Kobanê ku rewşa wan giran e, asteng dike.
Tirkiye derbasbûna birîndarên Kobanê ku rewşa wan giran e, asteng dike.
Leşkerên Tirkiyeyê yên li deriyê sînor, derbasbûna birîndarên Kobanê tevî ku rewşa wan giran e asteng dikin.
Di êrîşa çeteyan a li ser Kobanê de jin û zarok jî di nav de bi dehan welatî birîndar bûne. nexweşxaneyên Kobanê pêre nagihêjin, ji ber wê kesên ku birînên wan giran in dibin Bakurê Kurdistanê, lê leşkerên Tirk ên sînor derbasbûna welatiyên birîndar ku piraniya wan jin û zarok in asteng dikin.
Bi dehan welatiyên Kobanê li ber sînorê rojavayê Kobanê kom bûn, lê leşkerên Tirkiyê rê nade ku welatiyên birîndar derbas bibin û astengiyan li pêşiya wan derdixin. Ji ber ku xwîn ji gelek birîndaran diçe jiyana wan dikeve xeteriyê.