DAIŞ li Reqayê Kurdan qetil dike
Çeteyên DAIŞ'ê, gule li Kurdên hewl didan ji Reqayê birevin reşandin. Di êrîşê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 9 kes bi giranî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ'ê, gule li Kurdên hewl didan ji Reqayê birevin reşandin. Di êrîşê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 9 kes bi giranî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ'ê, gule li Kurdên hewl didan ji Reqayê birevin reşandin. Di êrîşê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 9 kes bi giranî birîndar bûn. Welatiyên xwe gihandin Girê Spî diyar kirin ku çete li Reqayê Kurdan qetil dikin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA’ê yê li Girê Spî ragihand, muhleta 72 saet a çeteyan dabûn Kurdên li Reqayê ji bo ji bajêr derkevin, bi dawî bû. Malbatek ku îro ji Reqa ber bi Girê Spî ve ket ser rê, li bendeke kontrolê ya çeteyan a li gundê Skîrwa yê li ser rêya Riya Girê Spî û Reqa hat rawestandin. Çeteyan yekser gule li malbatê reşandin û di encamê de piraniya wan zarok û jin 10 kes bi giranî birîndar bûn.
Rêwiyan welatî rakirin û gihanin Girê Spî, ji ber ku rewşa welatiyan giran bû wan rakirin nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê. Lê belê ji ber ku rayedarên Tirkiyeyê yên li ser sînor derbasbûna birîndaran asteng kir û bi derengî xist, jina bi navê Meryem Ehmed Bozan (28) li ber deriyê Sînor ê Girê Spî jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku rewşa welatiyên din jî girane û fikar hene hejmara miriyan zêde bibe.
Navê birîndaran jî wiha ye: "Şemsa Xelîl(40), Hesen (22), Umer Ehmed (4), Aya Ehmed (11)Elya Ehmed (12), Sebha Ebid (60) û Mustefa Mihemed (60), her wiha navê 2 kesan nehate zanîn.
'LI REQAYÊ TINEKRINA ETNÎKÎ'
Welatiyên ku kesên birîndar anîne Girê Spî diyar kirin ku çeteyan li Reqa dest bi qetilkirina gelê Kurd kirine û gotin ku her kesên li wan rast tên qetil dikin. Welatiyan destnîşan kirin ku li Reqayê tinekirina etnîkî pêk tê.
Çeteyên DAIŞ’ê ku li Girê Spî, Ayn Îs û herêmên din derbeyên giran xwarin, 3 roj berê gef li welatiyên Kurd ên Reqayê xwaribûn û ji wan xwestibûn ku malên xwe yên Reqayê biterikînin. Çeteyan 72 saet muhlet dabû Kurdên Reqayê ku berê xwe bidin Tedmur û Suxnê yên Humsê û rê nedan welatiyan berê xwe bidin Kobanê û Girê Spî. Îro jî 72 saetên çeteyan bi dawî bûn û dest bi komkujiyan kirin.