32 di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dan spartin axê

Cenazeyên 32 welatiyên sivîl ên di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyên 32 welatiyên sivîl ên di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyên 32 welatiyên sivîl ku di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê de ya li bajarê Kobanê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û malbatên qurbaniyan ve bi merasîmekê li goristana rojavayê bajarê Kobanê hatin spartin.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneya gerok a bajarê Kobanê hatine wergirtin, hate diyar kirin ku hejmara welatiyên ku di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane 201 kes in û 249 welatiyên din jî birîndar bûne.