DAIŞ vê carê jî Kurdan bi zorê ji Tebqayê derdixîne
Çeteyên DAIŞ'ê, piştî Reqayê vê carî jî li Tebqayê Kurdan bi zorê ji malên wan derdixînin.
Çeteyên DAIŞ'ê, piştî Reqayê vê carî jî li Tebqayê Kurdan bi zorê ji malên wan derdixînin.
Çeteyên DAIŞ'ê, piştî Reqayê vê carî jî li Tebqayê Kurdan bi zorê ji malên wan derdixînin. Çeteyan gefa 'heta 24s aetan bajêr biterikînin' li Kurdên li Tebqayê xwarin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin çeteyên DAIŞ’ê piştî Reqayê gef li Kurdên bajarê Tebqa xwarin û ji wan xwestin ku dest ji malên xwe berdin û koçber bibin.
Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku Kurdên li Tebqayê ku çeteyan 24 saet muhletan dan wan hemû mal û milkên xwe li şûna xwe hiştin û ber bi Kobanê û Efrînê ve koçber bûne.