DAIŞ li Hewlêrê hat şermezarkirin
Êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê hatin şermezarkirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, bi çalakiyeke girseyî hat protestokirin. Di çalakiyê de Nûneriya DBP'ê ya Hewlêrê û nûnerên partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê amade bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava Kobanê Kela Kurdistanê" hatin qîrîn û hêzên taybet ên pêşmergeyan jî di çalakiyê de amade bûn.
Nûnerên partiyên siyasî li ber Kela Hewlêrê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, "Êrîşên li hemberî Kobanê ne tenê li hemberî Kurdan û gelê Kurdistanê, li dijî tevahiya mirovahiyê hatine kirin. Ev êrîş nîşan dide ku DAIŞ gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe."