KJAR Akademiya Şehîd Zîlan Pepule ya Jinan ava kir
KJAR li hember çanda tecawizê, çanda cinsiyetger a pergala mêrê desthilatdar, kuştin û xwe kuştinên jinan xebatên zanakirin û perwerdekirina jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê da destpêkirin.
KJAR li hember çanda tecawizê, çanda cinsiyetger a pergala mêrê desthilatdar, kuştin û xwe kuştinên jinan xebatên zanakirin û perwerdekirina jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê da destpêkirin.
KJAR li hember çanda tecawizê, çanda cinsiyetger a pergala mêrê desthilatdar, kuştin û xwe kuştinên jinan xebatên zanakirin û perwerdekirina jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê da destpêkirin. KJAR tevî ku bi salan e xebatên perwerdekirina jinan bi rê ve dibe jî lê, cara yekê di asta akademiyeke daîmî de perwerde vedike. Perwerde weke gava yekê bi jinên Rojhilatê Kurdistanê yên derveyî welat hat destpêkirin.
Endama Konseya Rêveber a Komelên Jinên Kurdistanê KJK’ê Leyla Agirî û endama Koordînasyona KJAR’ê Cîhan Çiya axaftinên vekirinê kirin.
Leyla Agirî Akademiya Şehîd Zîlan Pepule li tevahî jinên Rojhilat û Îranê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê ji bo jinan û wiha axivî, “Her derfeteke em ji bo jiyaneke azad ava dikin, em berdêlên pir mezin didin. Ji bo ev derfetên azadiyê werin bidestxistin bi hezaran hevalên me yên qehreman canê xwe feda kirin. Ji dema xebatên Rojhilat ên jin destpê kirine heya niha ji bo ev xebat bên vê astê bi dehan hevalên jin ên Rojhilat şehîd ketin. Bersiva herî rast a ji keda şehîdan re ev e ku em asta xebat û têkoşîna azadiyê bilind bikin û derbasî nava her şaneyeke civakê bikin.”
‘XWESTEK Û ELEQEYA JINAN A JI BO TEVGERA JINÊN KURD ME SERBILIND DIKE’
Agirî da zanîn ku îro jinên Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan di asta cîhanî de pêşengiyê dikin, bûye navenda eleqeya her kesî û wiha domand: “Îro jin di derdora tevgera azadiya jinên Kurd de dicivin û hêviyên wan ên mezin ji me hene. Me ji bo xwe wek mînak û weke çareserî dibînin. Ev xwestek û eleqeya jinan a ji bo tevgera jinên Kurd me şanaz dike û serbilind dike. Ji bo em vê hêviya jinan bê bersiv nehêlin divê em weke jinên Kurd asta xebat û tekoşîna xwe derxin asta herî jor û bi her awayî xwe tevlî xebatan bikin.”
‘JIXWE DEWLET JINÊ DIKUJE, MÊR JINÊ DIKUJE DIVÊ JIN JÎ XWE NEKUJE’
Leyla Agirî diyar kir ku êdî weke tevgera azadiya jinên Kurd naxwazin agahiyên destdirêjiya li hember li jinan, kuştin û xwekuştinên jinan bibihîzin û wiha domand, “Divê hûn piştî vê dewreya perwerdeyê bi zanebûn û enerjiyeke mezin bi ser pirsgirêkên jinan de biçin û çareseriyê ji pirsgirêkên wan re biafirînin. Em êdî naxwazin yek xwekuştina jinan bibihîzin. Jixwe dewlet jinê dikuje, mêr jinê dikuje jin, çima xwe dikuje? Êriş ji ku derê li hember jinê pêş bikeve bila pêş bikeve, divê jin di şexsê xwe de mirinê tine bike û jiyanê biafirîne.”