Rejîmê li Hesekê xwest gelan berde hev

Li bajarê Rojava Hesekê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de 3 roj in şerekî dijwar heye. Rejîma Sûriyeyê bi taybet li Hesekê bi salan e polîtîkaya ku Ereb û Kurdan berde hev dimeşîne. Vê pêkanînê wek amûra pasîfkirina gelan jî bi kar tîne.

Ev pêkanîn her çiqasî wek siyaseteke kevneşop a rejîmên Baesê yên li Rojhilata Navîn bin jî, koça Ereban li gor Kurdan ku hê zêdetir e bi vî şerê dawî re derket holê. Di sê şerên mezin de jî Kurd neçarî koçberiyê hatin kirin. Her malbateke li Hesekê li Amûdê û Qamişlo jî xaniyekî kirê ji xwe re girtine. Malbat neçar in ji bo du salan pereyê kirê bidin.

Di şerê navbera rejîm û çeteyên DAIŞ’ê de Kurd neçarî koçberiyê hatin kirin. Di vî şerê navbera çeteyên DAIŞ û hêzên rejîmê de her çiqasî di aliyê mirovî de qet nayê qebûlkirin jî wek rastiyeke Rojhilata Navîn koçberiya gelê Ereb jî dide nîşandan ku siyaseta li ser Ereb û Kurdan zêde ji hevdu ne cuda ye. Bi taybet gelek zilamên Ereb ku têkildarî pevçûnan naxwazin biaxivin û heta dema makîneya wêneyan dibînin direvin, vê siyasetê nîşan dide. Lê belê ya herî bi wate jî dema zarokên ku wek lîstikekê li vê koçberiyê dinêrin ku dibêjin, “Bijî YPG”.

...