KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê çalakî: Çeteyek hat kuştin, 4 jî birîndar bûn
Li Şengalê di çalakiya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. -
Rejîm sûka Hesekê talan dike!
Endamên Muqeneîn (maskeyî) ên Hêzên Parastina Neteweyî (Dîfa El-Wetenî) yên ser bi rejîma Baasê, di rewşeke şer de dikanên li sûka Hesekê talan dikin. -
Bavê Mecîd: Divê em kantona Cizîrê ji her cure tehdîdê biparêzin
Berpirsê Giştî yê Sotoro yê Hesekê Bavê Mecîd, diyar kir ew wek Sûryanî girêdayî pergala xweseriya demokratîk in û got: “Di vê pergalê de divê em Kantona Cizîrê ji her cure tehdîdê biparêzin.” -
"Zîlan temsîliyeta xeta fedaîtiyê ye"
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê Zîlan di 19. salvegera çalakiya xwe ya fedaî de, bi meresîmeke leşkerî hate bi bîranîn. -
'Kurdên Êzidî ji polîtîkaya AKP'ê ya Rojhilata Navîn direvin'
Êzidiyên Şengalî yên ji bo biçin Ewropayê ji Êlih, Mêrdîn û Amedê çûn Edîrneyê û ji Deriyê Sînor hatin vegerandin, hatin Kurdistanê. -
YPG/YPJ'ê li Hesekê li dijî çeteyan operasyon pêk anîn
Şervanên YPG/YPJ'ê li Hesekê li dijî çeteyan operasyon pêk anîn. Di encama operasyoNê de taxa Ezîziyê û 2 gundên li rojhilatê wê bi temamî ji çeteyan paqij kirine. -
Kalkan: Erdogan û AKP Tirkiyeyê ber bi karesatê ve dibin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan komkujiya li Kobanê nirxand û got, "Gotinên dijminane yên Erdogan ên li hemberî Kurdan û polîtîkaya Rojhilata Navîn, wê Tirkiyeyê bixe nava karesateke mezin." -
Li Hesekê zêdeyî 40 çete hatin kuştin
Li Hesekê û derdora wê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin. Di encama operasyonên şoreşgerî yên YPG/YPJ'ê de zêdeyî 40 çete hatin kuştin. -
Rênas: Pêwîst e gelê Rojhilatê Kurdistan li sînor nobeta azadiyê bigire
Hevseroka PJAK’ê Evîndar Rênas bangên girîng li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku xwedî li destketiyên Rojava derkevin û nehêlin dewleta Îranê DAIŞ’ê di axa Rojhilat re derbasî Bakurê Kurdistanê bike. -
Leşkeran gule li Roboskî reşandin
Leşkerên duh êrîşî welatiyên Roboskî yên nerazîbûn nîşanî sewqiyata leşkerî dan kirin danê sibehê dema ji xeta sînor vegeriyan careke din êrîşî gund kirin. -
Heyeta HDP ji bo spasiyê serdana gelê Sûrê kir
Heyetek ji parlamenter, şaredar û rêveberên HDP û DBP'ê, li navçeya Amed Sûrê serdana esnaf û gelê navçeyê kir û ji bo alîkarî û rola wan a di serketina HDP'ê ya hilbijartinên giştî de, spasiya wan kir. -
Pencewînî: Kurd wê di nexşeya nû de cihê xwe bigirin
Siyasetmedarê Kurd M. Emîn Pencewînî diyar kir ku Kobanê, Girê Spî û hemû destketiyên Rojava, di nava siyaseta herêmê û cîhanê ya Kurd de rê li ber rewşeke nû vekiriye û destnîşan kir ku divê Kurd bi yekîtiyê statuya xwe bi dest bixin. -
Li Qendîlê Hezîran diqede, Tîrmeh destpê dike...
Li Qendîlê, Hezîran diqede, Tîrmeh destpê dike. Gûşiyên fêkiyan ji mêj ve berjêr bûne. -
Nasnameya gerîlayeke jin a di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest da
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuyakirin ku Gulperî Varli bi nasnav Bêrîvan a di sala 1976'an de li Maksûtûşagi ya navçeya Erzîngan Kemahê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Kemahê jiyana xwe ji dest daye. -
Nasnameya gerîlayekî di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest da
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê diyar kir ku Alî Riza Varli (Botan) yê li navçeya Erzîngan Kemahê ji dayik bû û di sala 1984'an de ji Elmanyayê tevî refên gerîla bû, di 1993'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye. -
'Kobanê gora çeteyan e'
Şervanên YPG/YPJ'ê yên piştî komkujiya hov a çeteyan derketin operasyonê û bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kirin, behsa wan kêliyan kirin. -
Polîsan li Nisêbînê êrîşî girseya cenaze kir
Girseya ku cenazeyê şervana YPJ'ê Hacire Elmas (Raperîn Eylem) a li Kobanê jiyana xwe ji dest da defin kir, piştî ji ser goristanê vegeriya, rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir û pevçûn li kolanên Nisêbînê belav bû. -
Li Şengalê çalakî: Çeteyek hat kuştin 4 çete jî birîndar bûn
Hêzên YBŞ û YPJ-Şengal, li Taxa Haynasir a Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin 4 çete jî birîndar bûn. -
Nexweşxane heye, hemşîreyên lê kar bikin tinene
Nûnertiya SES'ê ya Erxenî, têkildarî nexweşxaneya Dewletê ya 150 kesî daxuyanî da. Nûnerên SES'ê diyar kirin ku nexweşxane heye, lê personel û hemşîre tine ye. -
Leşkerên Tirk bi tekbîran êrîşî gelê Roboskî kirin
Şêniyên Roboskî yên li dijî sewqîyata leşkerî derketin, rastî êrîşa leşkerên Tirk a bi bombeyên gazê hatin. Leşkeran tekbîr anîn û êrîşî Roboskiyan kirin. Leşkerên ku êrîşî welatiyan kirin 3 zarok binçav kirin. -
Şex Seîd û 47 rêhevalên xwe li Amedê hatin bibîranîn
Komeleya Şêx Seîd, bi minasebeta 90'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên dozê li Qada Şêx Seîd a Amedê çalaki pêk anîn û Şêx Seîd bibîr anîn. -
Orhan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
Li Cizîrê parlamenterê DEP'ê yê berê Orhan Dogan li ser gora xwe hate bîranîn. -
Şervanê YPG’ê Akdogan li Geverê hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê Ramazan Akdogan (Rustem Gever) ê di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Geverê ji aliyê deh hezaran ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawiyê ve hat oxirkirin. -
Guler ê li Kobanê hat qetilkirin spartin axê
Mahmût Guler ê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Bêrecûkê spartin axê. -
Wê komîteya lêkolînê ya komkujiya Kobanê bê avakirin
Hejmareke parêzer û hiqûqnas ên Rojava diyar kirin ku wê komîteke lêkolînê der barê êrîş û komkujiya Kobanê de ava bikin.