Bavê Mecîd: Divê em kantona Cizîrê ji her cure tehdîdê biparêzin

Berpirsê Giştî yê Sotoro yê Hesekê Bavê Mecîd, diyar kir ew wek Sûryanî girêdayî pergala xweseriya demokratîk in û got: “Di vê pergalê de divê em Kantona Cizîrê ji her cure tehdîdê biparêzin.”

Berpirsê Giştî yê Sotoro yê Hesekê Bavê Mecîd, diyar kir ew wek Sûryanî girêdayî pergala xweseriya demokratîk in û got: “Di vê pergalê de divê em Kantona Cizîrê ji her cure tehdîdê biparêzin.”

Mecîd ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê dixwazin hemû cudahiyên li welat ji holê rakin, dewleta Selefî ava bikin û got: “Gelê bi hev re dijîn wê vê qebûl nekin.  Her çiqas hinek kêmasî hebin jî gel bi salan e li gel hev dijîn. Divê gel vê têkiliya xwe derfet bibînin û ti car Hesekê teslîmî DAIŞ’ê nekin.”

Mecîd destnîşan kir ku DAIŞ ketiye taxên Neşwa û Wîran a ku zêde nifûsa Ereb lê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Kurd û Suryanî vê qebûl nakin. Hinek aliyên Ereb, di bin navê şoreşa Sûriyeyê de ketibûn têkoşînê. Zilm dîtin, xizan ketin. DAIŞ’ê ev wek derfet dît û di navbera Ereban de bi cih bûn. Ji valahiyên vir fêde girt.”

Mecîd rewşa rejîma Sûriyeyê ya li Hesekê nirxand û wiha berdewam kir: “Rejîm li hinek deran li ber xwe dide. Li hinek deveran bi zordariyên mezin re rû bi rû ne. Di aliyê hejmarê de kêm in. Ancax bi desteka hewayî dikarin xwe biparêzin.”

Mecîd bi lêv kir ku rejîm li Qamişloyê hewl dide hêzên Sûryanî bikişîne Hesekê û di vê mijarê de ev tişt gotin: “Dixwazin li hemberî me bikar bînin. Nêrîna wan diyar e. Bi van re têkiliya me tine. Em girêdayî Xweseriya Demokratîk in. Dîsa em di bin sîwaneya Partiya Yekîtiya Suryanî de dixebitin. Ev partî hemû Suryaniyan temsîl dike. Em qebûl nakin ku hêzeke din ji bo Suryaniyan îradeyê beyan bike. Em di bin banê Xweseriya Demokratîk de vê qebûl dikin. Ew ji Qamişlo anîn vir.  Em dixwazin beşdarî me bin. Em nûneriya Sûryaniyan dikin. Wek Sotoro em girêdayî rêveberiya xweseriya demokratîk in. Em hemû talîmatan ji vir digirin.  Em ligel asayîşa YPG û Rojava ne. Em destûrê nadin Hesekê jî bikeve. Di dema pevçûnên navbera rejîm û DAIŞ’ê de Asûrî -Suryaniyên li Hesekê dijiyan,  koçî Qamişlo, Til Temîr û Xabûrê kirin.”

Mecîd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger hêviyek mirovan hebin wê demê bawerî jî heye. Kesên li Til Hecer, Nasra û Kellas dijîn, fikrên wan hene. Yên bawer dikin hene. Di pêşerojê de wê hêviya me zêdetir be. Divê em di nava pergala xweseriya demokratîk de Kantona Cizîrê ji DAIŞ’ê biparêzin.”