Pencewînî: Kurd wê di nexşeya nû de cihê xwe bigirin

Siyasetmedarê Kurd M. Emîn Pencewînî diyar kir ku Kobanê, Girê Spî û hemû destketiyên Rojava, di nava siyaseta herêmê û cîhanê ya Kurd de rê li ber rewşeke nû vekiriye û destnîşan kir ku divê Kurd bi yekîtiyê statuya xwe bi dest bixin.

Siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî da xuyakirin ku Kurd ji bo statuya xwe diyar bikin, derfeteke dîrokî bi dest xistine û anî ziman ku divê ev ji sedî sed bê nirxandin. Pencewînî diyar kir ku Kobanê, Girê Spî û hemû destketiyên Rojava, di nava siyaseta herêmê û cîhanê ya Kurd de rê li ber rewşeke nû vekiriye û destnîşan kir ku divê Kurd bi yekîtiyê statuya xwe bi dest bixin.

Pencewînî da zanîn ku serketina Kurdan a li Kobanê, pirsgirêka Kurd derxistiye qonaxeke nû û got, "Bi taybetî pirsgirêka Kurd a li Bakur û Rojava, derket asteke navneteweyî. Ket rojeva Ewropa, DYA û siyaseta cîhanê. Nîşan da ku Kurd, bi taybetî jî PKK û hêzên çekdar ên Rojavayî bi rêbazên demokratîk maf û azadiya Kurdan diparêzin."

Pencewînî bibîr xist ku DAIŞ ev çend sal in li her derê gelan qetil dike û ev xal destnîşan kir: "Li Mûsilê bi hezaran leşkerên Iraqê hebûn, teknîka çekê herî baş ê DYA dabû artêşa Iraqê li Mûsilê bû. Hemû ket destê DAIŞ'ê. 400-500 çeteyên DAIŞ'ê hemû leşker ji wir derxistin. Li Ramadî û Reqa jî heman tişt qewimî. Yên li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe dan, êrîşa çeteyan şikand Kurd bûn. Ev yek bi taybetî li Kobanê û Girê Spî bi zelalî hat dîtin. Ev yek ji bo navneteweyîbûyîna pirsirêka Kurd bû nuqteyeke gelekî girîn. Û bi rastî jî cewhera şoreşgerî ya şervanên Kurd derxist holê. Nîşan dan ku ew welat, ax û gelên li ser vê axê dijîn diparêzin. Ya herî girîng jî hat dîtin ku xwedî vîneke bi heybet in."

Siyasetmedarê Kurd M. Emîn Pencewînî der barê gihandina hev a kantonan û girîngiya vê yekê ji bo Kurdan de ev nirxandin kir:

"Siyaseta PYD'ê ya li Rojava gelekî bi aqilane bû. Serketinên gelekî mezin bi dest xist. Li aliyekî gel parast, gel ji êrîşan parast, li aliyê din jî bi şerê xwe re nîşanî tevahiya cîhanê da ku bi rastî jî hêzeke parastina gel e. Gihîştina hev a her sê kantonan, derketina vîneke hevpar wê rê li ber pêşketinên gelekî cidî yên siyasî veke. Eger kanton bigihêjin hev û sîstem were pêşvebirin, ev yek wê bandorê li sîstema herêmê, li tevahiya gelan bike. Her wiha ji bo Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê jî wê hêzeke gelekî girîng a parastinê derkeve holê."

'GIRÎNG E KURD HEMÛ DESTEKÊ BIDIN ROJAVA'

Der barê desteka parçeyên din ên Kurdistanê ji bo Rojava de Pencewînî got, "Ev yek a herî xwezayî û divê were kirin e. Ji bo hemû Kurdan berpirsyariyeke dîrokî ye. Çawa ku dema DAIŞ'ê êrîşî başûr kir, bakurê Kurdistanê destek da parastina başûr û gerîlayan li Mexmûr, Kerkûkê şehîd dan, divê destek û parastina Rojava ji aliyê hemû hêzên leşkerî û siyasî yên li parçeyên din weke wezîfeyeke însanî û neteweyî bê dîtin. Ji bo gihîştina hev a kantonan, xurtbûna hêza parastinê, divê destekê bidin. Ji ber ku Rojava gelekî stratejîk e. Sînorê Kurdistanê yê herî nêzî dewleta Tirk, Erebîstana Siûdî, derya û Îsraîlê ye. Lewma cihekî stratejîk e. Hêvîdar im wê herêmên din ên di bin kontrola DAIŞ'ê û hêzên rejîmê de ne jî, di demeke kurt de bên azadkirin."

Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî da zanîn ku rewşa siyasî û leşkerî ya li Rojava, Kobanê, Girê Spî û cihên din bandoreke mezin li pêşketina hestên însanî û yekîtiya neteweyî kirin û got, "Beriya her tiştî nîşanî me da ku dema hêza me hebe, em dikarin li hemberî her şêwe hovîtî, dagirkerî û komkujiyê li ber xwe bidin. Ev yek rewşeke gelekî girîng e. Delîla herî şênber a vê yekê berxwedana li Rojava li hemberî Kobanê ye, ku bi dîtina min berxwedana Kurdana sedsalê ye. YPG/YPJ'ê ev bi awayekî vekirî nîşanî me da. Lewma divê Kurd, hêzên Kurd hêzên xwe di asta herî bilind de bikin yek."

Pencewînî destnîşan kir ku sedema bingehîn a bê statu û bê dewletmayîna Kurdan ew e ku heta roja îro yekîtiya di nava xwe de pêk neanîne. Pencewînî got, "Li şûna ku pirsgirêkên navxweyî bi diyalogê çareser bikin, berê xwe her tim dane şer û pevçûnan. Lê belê ev dema dîrokî ya roja îro, ku ji bo pêşeroja Kurdan gelekî girîng e, yekîtiyê li ser Kurdan ferz dike. Ji bo yekîtî û azadiya Kurdan, rêya ku tercîh bike bi ti awayî ne şer û pevçûn e. Rêya diyalog, tifaq û yekîtiya hêzê ye. Eger Kurd îro bi rêya diyalog û tifaqê yekîtiya xwe pêk nînin û statuya xwe bi dest nexin, mîna beriya niha wê derfetên heyî jî ji destê me biçin."

'SERKETINA HDP'Ê POLÎTÎKA DEWLETÊ YA JI BO DAIŞ'Ê PÛÇ KIRIYE'

Penceînî bal kişand ser serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Bi vê serketina HDP'ê re, siyaseta Tirkiyeyê ya destekê dide DAIŞ'ê pûç bûye. Divê Tirkiye êdî dest ji vê rê berde. Tirkiye welatekî endamê NATO ye û NATO li dijî vê ye, Ewropa, DYA li dijî vê ye. Ji ber vê yekê girîng e Tirkiye vê polîtîkayê biterikîne. Kesek destekê nade vê polîtîkaya îhvan, selefî. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ji bo aştiya herêmê, divê Tirkiye vê yekê biterikîne." 

Pencewînî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî anî ziman ku êdî ne pêkane dewleta Tirk vê tecrîdê dewam bike, ji ber ku partiyeke li gorî qanûnan hatiye avakirin bi xurtî cihê xwe li parlamentê girtiye û got, "Bi dîtina min azadiya Birêz Serok Ocalan nêz e.

'KRÎZA BAŞÛR DEMKÎ YE'

Pencewînî li ser krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê got, "Li gorî min ev krîzên li Başûrê Kurdistanê, wê demkî bin. Hin sedemên vê hene. Ya yekemîn polîtîkayên hikûmeta herêmê, polîtîkayên partiyên mezin ên herêmê ne. Ya duyemîn, polîtîkaya herêmî ya hêzên navneteweyî ye."

'IRAQ Û SÛRIYE WÊ BIBE SÊ PARÇE'

Pencewînî axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di nava salek du salan de dibe ku Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe îlan bike. Ji ber ku Iraq ji sedî sed ber bi parçebûnê ve diçe. Bi dîtina min, Iraq wê di navbera Erebên Sûnî, Şîa û Kurdan de bibe sê parçe. Heman tişt ji bo Sûriyeyê jî derbas dibe. Ji ber ku peymana Sykes-Pîcot bi DAIŞ'ê re ji holê rabûye û herêm wê ji nû ve şeki bigire. Krîza îro ya li Başûrê Kurdistanê ji ber alozî û li hev nekirina bi hikûmeta Bexdayê re rû daye. Ev hemû, mîna ku min got piştî salek du salan bi îlankirina serxwebûnê re wê çareser bibe. Yan jî wê sîstemeke konfederal bi cih were."

Pencewînî li ser helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ya li hemberî ji nû ve diyarbûna nexşeyan de, ev nirxandin kir:

"Li gorî min polîtîkaya DYA hînê zelal nebûye. Ya rast di dema pêş de Rojava û Başûr dikarin bibin xwedî statuyeke hevpar. Bi dîtina min hêzên navneteweyî dibetiyeke bi vî rengî hesap dikin. Lê belê pirsgirêka di vir de ew e ku kî wê di vê rêveberiyê de bi bandor be. PDK an PKK? Ev pirs pirsa herî girîng e. Ev rewş wê di dema pêş de zelal bibe. Kurdistaneke serbixwe wê her tim di rojevê de be. Li herêmê yan jî di nava hêzên navneteweyî de hin hene vê diparêzin, lê Tirkiye li dijî vê derdikeve. Lê belê dewleta Îranê li dijî îlana dewleta serbixwe ya Kurdan e."