Nasnameya gerîlayekî di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest da

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê diyar kir ku Alî Riza Varli (Botan) yê li navçeya Erzîngan Kemahê ji dayik bû û di sala 1984'an de ji Elmanyayê tevî refên gerîla bû, di 1993'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê diyar kir ku Alî Riza Varli bi nasnav Botan ê li navçeya Erzîngan Kemahê ji dayik bû û di sala 1984'an de ji Elmanyayê tevî refên gerîla bû, di 1993'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ji malbata Varli re nameyek şandin û ji ber derengmayîna agahîdayînê, lêborîn xwestin.

Di nameyê hat de gotin, "Ewlad û xizmê we hevrêyê me yê giranguha Botan, êş û pirsgirêkên gelê me ji nêz ve dîtiye, ev di dilê xwe de hîs kiriye û  tevlîbûna li nav refên gerîla ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd weke rêya dawîanîna li van pirsgirêkan dîtiye." 

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê destnîşan kirin ku Alî Riza Varli serî rakirina li statuya koledariyê ya dewletên mêtînger li ser gelê Kurdistanê ferz dikin weke wezîfeya bingehîn a mirovahiyê, exlaqî û welatparêziyê qebûl kiriye, bi berpirsyariyeke mezin li dengê wijdanê xwe guhdarî kiriye û bûye xwedî jiyaneke giranbuha. 

Di dewama nameyê de wiha hat gotin: "Ewladê we, hevrêyê me Botan ê leheng û bi rûmet, doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtiye û ji roja tevlîbûnê heta roja şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo azadiya welatê me, jiyana azad a gelê Kurd û ji bo cihê bi rûmet ê mirovahiya cîhanê, bi fedekarî, dilsozî û hezkirineke mezin a ji bo gel, welat û Rêber Apo xebitiye."

Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê gotin, "Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê û we re dixwazin. Em êşa we parve dikin û em weke hevalên wî, hem jî herî kêm weke we li ber êşa hevalê xwe ketine. Em hewl didin ku bibin hêjayî vê çeka wî û vê alê. Hûn hemû endamên hêja ya malbatê em ji we hêvî dikin ku hûn bi sebir û metanet vê şehadeta mezin pêşwazî bikin."

Di nameye de hat ragihandin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel azad nebûye û negihaştiye jiyaneke bi rûmet û hat gotin, "Rêya herî rast a dawîanîna li êşan, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê jî, ji bo bicihanîna armancên wan, hîn bêtir meşandina têkoşînê ye. Bi bilindbûna têkoşînê re şehîdên me jî wê di dilê mezin ê gelê me de bêdawî bijîn" û ji malbata Varli re hat gotin, "Ji ber ku hûn xwedî ewled û xizmekî mîna hevalê Botan ê leheng in, hûn çiqasî pê serbilind bin, kêm e."

Weke gelê herî qedîm ê dîrokê, ji ber ku em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad bi xwe diyar bikin, em bi feraseteke serdest a dixwaze hebûn û rûmeta me ji holê rake re rû bi rû ne. Divê her kes pê bawer be, ku li hemberî dijminekî bi vî rengî yê her gavên me yên aştiyane weke qelsiyê dibîne, ji bo şikandina destê me yê aştiyê êrîşên xwe zêde dike û dixwaze gelê me di pêşerojeke bêrûmet de mehkûm bike, em ê di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoş in."

...