Nexweşxane heye, hemşîreyên lê kar bikin tinene

Nûnertiya SES'ê ya Erxenî, têkildarî nexweşxaneya Dewletê ya 150 kesî daxuyanî da. Nûnerên SES'ê diyar kirin ku nexweşxane heye, lê personel û hemşîre tine ye.

Nûnertiya SES'ê ya Erxenî, têkildarî nexweşxaneya Dewletê ya 150 kesî daxuyanî da. Nûnerên SES'ê diyar kirin ku nexweşxane heye, lê personel û hemşîre tine ye. 

Endamên Nûnertiya SES'ê ya Erxeniyê, têkildarî nexweşxaneya dewletê ya Erxeniyê, li ber nexweşxaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên SES'ê şert û mercên xerab ên Nexweşxaneya Dewletê ya 150 kesî ya Erxeniyê şermezar kirin û xwestin şert û merc bên başkirin. Nûnerên SES'ê dowîzên "Midûr pir in, lê hemşîre tine ne" û "Em ne kole ne, hemşîre ne" vekirin. Nûneran bê navber dirûşmên, ku rayedarên nexweşxaneyê şermezar dikin berz kirin. Endama SES'ê Sevda Şimşek, anî ziman ku niha li nexweşxaneya 150 kesî xizmetê didin, lê bi personelên nexweşxaneya 50 kesan xizmetê didin. Sevda Şîmşek, da zanîn ku 9 serwis hene, lê car caran 4-5 serwîs ji ber tinebûna personelan deriyê wan girtiye. Şîmşek, destnîşan kir ku nexweşxane heye, lê personel tine û bertekên xwe anîn ziman.