Leşkeran gule li Roboskî reşandin

Leşkerên duh êrîşî welatiyên Roboskî yên nerazîbûn nîşanî sewqiyata leşkerî dan kirin danê sibehê dema ji xeta sînor vegeriyan careke din êrîşî gund kirin.

Leşkerên duh êrîşî welatiyên Roboskî yên nerazîbûn nîşanî sewqiyata leşkerî dan kirin, danê sibehê dema ji xeta sînor vegeriyan careke din êrîşî gund kirin. Leşkerên di nav gund de derbas bûn rasterast gule berdan û 4 hestir kuştin û gelek gule li mala û wesayîtan ketin.

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê yê Şirnexê welatiyên duh nerazîbûn nîşanî sewqiyata leşkeran dan rastî êrîşa leşkeran hatibûn. Leşkeran bi tekbîran bi bombeyên gazê û guleyên rast êrîş pêk anîn û di encama êrîşê de Bedrî Encu birîndar kirin û 4 zarok jî binçav kiribûn. Leşkerên duh êrîşî Roboskî kirin danê sibehê dema ji herêma sînor vedigeriyan careke din êrîşî gund kirin. Di encama gulebarana gund de 4 hêstir kuştin û gelek gule jî bi mal û wesayîtan ketin. Tevî ku leşkeran li nava gund teror pêk anîn ti lêkolîn nehatin kirin.

Welatiyê bi navê Nihat Encu diyar kir ku polîsan rasterast derdor gulebaran kirin û di wê demê bi dengekî bilind dikeniyan.

Derket holê ku zarokên bi navê Samî Encu (14), Yusuf Encu (13), Saît Encu (13) û Samet Encu yên duh di serdagirtina gund de hatin binçavkirin şevê li Fermandariya Tabura Ortasu hatin girtin. Serê sibê zarok bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilabanê û piştre birin Fermandariya Jendermeyan a Qilabanê. Tê payîn ku di nava rojê de zarokan derxin pêşberî dadgehê.