'Kurdên Êzidî ji polîtîkaya AKP'ê ya Rojhilata Navîn direvin'
Êzidiyên Şengalî yên ji bo biçin Ewropayê ji Êlih, Mêrdîn û Amedê çûn Edîrneyê û ji Deriyê Sînor hatin vegerandin, hatin Kurdistanê.
Êzidiyên Şengalî yên ji bo biçin Ewropayê ji Êlih, Mêrdîn û Amedê çûn Edîrneyê û ji Deriyê Sînor hatin vegerandin, hatin Kurdistanê.
Êzidiyên Şengalî yên ji bo biçin Ewropayê ji Êlih, Mêrdîn û Amedê çûn Edîrneyê û ji Deriyê Sînor hatin vegerandin, hatin Kurdistanê. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan destnîşan kir ku sedema çûyîna Kurdên Êzidî ya Ewropayê, polîtîka AKP'ê ya Rojhilata Navîn e.
Atalan diyar kir ku ji ber heqaretên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ê bi hildana Quranê re gef li baweriya Zerduştî dixwar, Kurdên Êzidî yên ji Şengalê hatine, xwe ewle nabînin. Atalan diyar kir ku divê sedemên terikandina Kurdên Êzidî ya xaka Tirkiyeyê, bê lêkolînkirin.
Atalan got, "Girîng e piştperdeya vê baş were fêmkirin. Afirandina pêşkuma 'Êzidî direvin, dixwazin biçin Ewropayê' ne rast e. Par li Şengalê Êzidî hatin qirkirin. Hatin qetilkirin, hatin revandin. Yên rizgar bûn jî li çar aliyê cîhanê belav bûn. Beşek ji wan jî hatin Bakurê Kurdistanê. Niha li Rojhilata Navîn şerekî mezhebî diqewime û Tirkiye jî bû aliyekî vî şerî. Serokkomar Erdogan ê xwe li namzetiya min a li Êlihê ranegirt, rahişt Quranê û hat Êlihê di ser Zerduştiyê re hewl da li HDP'ê bixe." Atalan da xuyakirin ku di vê atmosferê de hesta 'li cihekî bi vî rengî mafê me yê jiyanê nîne' li gel Êzidiyan peyda bû. Atalan destnîşan kir ku ev mirov pêşeroja xwe ewle nabînin.
Atalan anî ziman ku hin şebekeyên 'hêviya' şandina Ewropayê didin Êzidiyan, di nava vî karî de hene û got, "Divê berê Kurdên Êzidî yên Şengalî ne li Ewropayê, li Şengalê be."
Atalan bibîr xist ku her çend salek di ser hatina Şengaliyan re derbas bûye jî statuyeke penaberiyê ya demkî ji wan re nehatiye dayîn û got, "Li hemberî Kurdên ji Sûriyeyê tên helwesteke cuda tê nîşandan. Li dijî Êzidiyan helwesteke cuda tê nîşandan. Cotstandartiyek heye. Li vê derê, Şaredariyên DBP'yî bêyî alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî werbigirin ev saleke bi hezaran Şengaliyan vedihewînin, xwedî dikin. Ji vê derê banga me li Êzidiyan ew e ku bi ti awayî xaka xwe neterikînin, li hemberî qirkirina li Şengalê li ber xwe bidin. DAIŞ dixwaze Êzidiyan ji Şengalê derxîne, lê bi eksê wan divê Êzidî Kurdistanê neterikînin. Li Mêrdîn, Êlihê gundên Êzidiyan vala ne, divê li wir bijîn. Pêwîste berê wan ne li Ewropayê be, li Şengalê be. Divê xwedî li helwesta dîrokî ya berxwedêr a Şengalê bê derketin. Banga me ev e."