KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şervanên YPG/YPJ'ê: Em li her derê li dû DAIŞ’ê ne
Şervanên YPG-YPJ’ê yên beşdarî Pêngava Tolhildana Şehîdên Kobanê bûn gotin: "Çete hesabê qetilkirina jin, zarok û gelê me yê li Kobanê wê pir giran bidin." Şervanan banga beşdarbûna li nava refên têkoşînê kirin. -
Li Qoserê ji bo Rojava kampanya alîkariyê
Li Qoserê, Komîsyona Alîkariya ji bo Rojava bang kir ku fitre û zekat ji Rojava re werin şandin. -
Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Tîmûrtaş sipartin axê
Cenazeyê gerîlayê PKK'ê Vechettîn Tîmûrtaş ê di sala 1998'an de li navçeya Erzîrom Xinûsê di şerê li hemberî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da û ji aliyê hevalên wî ve ji herêma şer a lê hat veşartin hat derxistin, li Amedê hat veşartin. -
Heyeta Îmraliyê: Dawî li tecrîdê bînin, dest ji planên şer berdin
Heyeta Îmraliyê bi daxuyaniyekê xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin û bang li hêzên aştî û demokrasiyê kir ku bi berpirsyarî rabin. Heyetê ji hikûmet û dewletê jî xwest, dest ji planên xwe yên şer berdin. -
Hosta Resûl: Divê hêzên Kurd ji sedî sed bibin yek
Endamê Komîteya Navendî ya YNK'ê û Berpirsyarê eniya Kerkûkê Hosta Resûl, ji bo parastina hevpar a Kurdistanê bang li hêzên leşkerî yên Kurd kir ku tavilê di bin sîwanekê de bicivin. -
Tecrîd ji aliyê bi hezaran kesî ve hat protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hezexê ji aliyê hezaran kesî ve bi meşeke meşaleyî hat protestokirin. -
Heyeta Îmraliyê wê daxuyaniyê bide
Heyeta Îmraliyê, li ser rewşa heyî ya pêvajoyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê îro daxuyaniyekê bide. -
Çeteyên li Hesekê hatin şikandin, dixwazin li Hesekê hebin!
Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG/YPJ'ê, di roja 58. de ye. Di ser komkujiya çeteyan a li Kobanê de 8 roj derbas bûn. Çeteyan di şeva komkujiya li Kobanê de êrîşî qadên li Hesekê yên di destê rejîmê de bûn, kirin. -
Hêviya gelê Şengalê gerîla ye
Yekane hêviya Êzidiyên li Şengalê ji bo jiyanê li ber xwe didin û li çiyê dijîn, gerîla ye. -
Kurdên Êzidî: Der barê çûyîna Ewropayê de lîstikeke qirêj hat lîstin
Êzidiyên li kampên Şaredariyê yên li Êlih, Mêrdîn û Amedê dijiyan, piştî ku li Deriyê Sînor ê Edîrneyê destûr nehat dayîn derbasî Bûlgarîstanê bibin, li kampên xwe yên berê vegeriyan. -
Dêrsimiyan Komkujiya Madimak ji bîr nekirin
Di 22. salvegera Komkujiya Sêwasê 2’yê Tîrmehê de Meclîsa Gel a Dêrsimê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyeke çapemeniyê da. Pîrên Elewiyan dûa xwendin û mûm hatin pêxistin. -
Li Dêrsimê di navbera leşkeran de pevçûn
Li navçeya Pilemûr a Dêrsimê ji du leşkerên li Boluka Komando ya Herêmî ya Şevînî pev çûn, yek bi kêrê bi giranî birîndar bû. -
Asayîşa Rojava banga hişyariyê li gel kir
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava bang li welatiyan kir ku bêyî erêkirina hêzên Asayîşê ti xaniyan nekirin, nedine kirê û ti kesî têde bicih nekin. Rêveberiya Asayîşê destnîşan kir ku ev biryar bi armanca parastina ewlekariya herêmê hatiye girtin. -
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Encu li Şehîdgeha Roboskî hat definkirin
Cenazeya Şervanê YPG’ê Cemîl Encu yê li gundê Berxbotan ê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Roboskî bi girseyî hat definkirin. Dayika Encu Vesîle Yilmaz diyar kir ku ew dixwaze kurê wê bibe şehîdê dawî. -
Li Kobanê kampa koçberan hate vekirin
Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Kobanê kampeke din ji bo koçberan a bi navê ˮŞehîd Seydoˮ li gundê Ên Bet a Şerqî vekir. -
Li Êlihê xebatkarên Ozgur Halk hatin girtin
Du belavkarên Kovara Ozgur Halk li Êlihê hatin binçavkirin. -
Nasnameya 6 şervanên YPG’ê hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Ji Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê daxuyaniya girîng
Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku kesên ji Hesekê û çeteyan bi cih bikin, yan alîkariya wan bikin ne ji vir in û ji nirxên jiyana hevbeş a pêkhateyên bajar dûr in. -
Ji YCR’ê banga ‘Werin em xwedî li Rojava û şoreşê derkevin’
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bang li hemû ciwanan kir ku tevlî pêngava “Li Rojava xwedî derkeve” bibin û got: “Werin em xwedî li Rojava û şoreşê derkevin. Werin em refên şoreşê bi hêz bikin û jiyana azad û bi rûmet dest bi dest ava bikin.” -
Li Bismilê binçavkirinek din
Li Bismilê A.T.(17) ê hat binçavkirin, bi hinceta “endamê rêxistinê” ye hat girtin. -
YPG: 2 gund hatin paqijkirin, gelek çete hatin kuştin
Di operasyonên li Rojavayê Kurdistanê de 2 gundên din hatin paqijkirin û gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
HDP’ê li Wanê Komkujiya Sêwasê lanet kir
Hevseroka HDP’a bajêr Hayva bal kişand ku qatilên li Sêwasê rewşenbîr şewitandin ji aliyê dewletê ve hatine parastin û got: “Heta dewlet bi vê zîhniyeta paşverû-faşîst re rû bi rû neyê wê gel di bin tehdîda komkujiyan de bin.” -
Bombebaran û tevgera hewayî dewam dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk her zêde dibe. -
Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiyeke li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin. -
Li Bîsmîlê 2 kes hatin girtin
Li Bîsmîlê 2 kesên ku duh di kontrola rê de hatin binçavkirin bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.