KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Jinên YNK’yî û rêxistinên alîkariyê Kobanê ziyaret dikin
Heyetek ji rêxistina jinan a YNK’ê û heyeta Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Kantona Cizîrê bi armanca piştgiriyê hatin Kantona Kobanê. -
Hêzên Asayîşê nasnameya endamekî xwe aşkera kir
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava nasnameya endamekî Asayîşê yê 6’ê Tîrmehê di berxwedana bajaroka Aliya de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. -
Li Goçmenê tê îdîakirin bombe avêtiye qereqolê 168 sal ceza
Servet Goçmen ê bi îdîaya tevlî êrîşa bombeyî ya Qereqola Îstinyeyê bû tê darizandin bi hinceta “Hewl daye destûra bingehîn biguherîne” cezayê muebeta girankirî û 168 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. -
Li Rojava operasyonên li dijî çeteyan dewam dikin
Operasyonên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin. Di şer de gelek çete hatin kuştin. -
Mîrateya Cîhanê: Amed
Hevşaredarên bajarê Amedê piştî pêvajoyeke dûvedirêj vê carê bi mizgîniya tevlîbûna Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê bo lîsteya mîrateya Çanda Cîhanî UNESCO vegeriyan bajarê xwe û ev mizgînî bi gelê Amedê re parvekirin. -
Li hemberî qadên gerîla tevgera hewayî
Tevgera hewayî ya li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dike. -
Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiya duh a hêzên gerîla de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Gundiyên Roboskê li dijî qedexe û êrîşan meşiyan
Gundiyên Roboskê ji qedexeyên li zozanan û êrîşan protesto bikin, ber bi Zozanên Şerît ve meşiyan. -
Tecrîda li ser Ocalan li Rûsyayê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Li şûna ku Tirkiye li xwe vegere û dest bi lêgerîna rêyên çareseriyê bike, hikûmet careke din serî li siyaseta dij bi Kurd daye." -
Demîrtaş mal û milkên xwe aşkera kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattî Demîrtaş, mal û milkên xwe aşkera kir. -
Ji karkerên li Manîsayê jiyana xwe ji dest dan 13 jin in
Nasnameya 13 jinên ji 15 karkerên di qeza li navçeya Manîsa Golmarmara de jiyana xwe ji dest dan, aşkera bû. -
Ciwanên Azad: Em li dora Rêberê xwe bicivin û tecrîdê bişikînin
Ciwanên Azad: Em bang li ciwanên Kurd dikin ku li dora Rêbertî bicivin û tecrîdê bişikînin. Divê ciwanên Kurd li her cihê lê ne, bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin. -
Li Kerkûkê li dijî çeteyan operasyona hevbeş
Fermandariya HPG'ê ya Kerkûk-Mexmûrê diyar kir, ku hêzên gerîla û pêşmerge li dijî çeteyên li Kerkûkê êrîş kirin, derketine operasyoneke hevbeş. -
Li Kerkûkê şer: 60 çete hatin kuştin
Li başûrê Kerkûkê di navbera hêzên berxwedanê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran qewimî û di encamê 60 çete hatin kuştin. -
Jinûve Avakirina Kobanê di qonaxa duyemîn de ye
Endamê Koordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê Abdûrrahman Hemo diyar kir ku di asteke girîng de bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên bajêr re hatiye dayîn û ragihand ku di xebatên avakirinê de qonaxa duyemîn destpê kiriye. -
'Tecrîda li ser Ocalan dijberkirina bi mîlyonan mirovî ye'
Berdevka Platforma 'Azadî ji Ocalan re' parêzer Eren Keskîn destnîşaşn kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya dijberkirina bi mîlyonan mirovî. -
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Kahraman bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Rojhat Kahraman bi nasnav Têkoşer Qehreman, ku di operasyona paqijkirina Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya zêdeyî 40 hezar kesî, hat veşartin. -
Kurdistaniyên Lubnanê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê bi meşekê komkujiya li Kobanê şermezar kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku ji bo hesap ji berpirsyaran were pirsîn, bikeve nava tevgerê. -
YPG'ê nasnameyên 2 cangoriyên xwe aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnasmeyên 2 cangoriyên xwe aşkera kir. -
Şervanê YPG'ê Şan li Wanê bi girseyî hat oxirkirin
Şervanê YPG’ê Nejdet Şan ê nas navê Felat Serda ê li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi merasîmekî tevlîbûna hezaran kesî re ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve hat oxir kirin. -
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Demîr li Stewrê hat veşartin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Şevket Demîr ê ku di 25'ê Hezîranê de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li cihê lê hatî dinê, tevî astengiya leşkeran jî bi girseyî hat definkirin. -
YPG: 11 çete hatin kuştin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê de gundikek hat rizgarkirin. Li Hesekê û başûrrojhilatê Til Hemîsê jî YPG/YPJ'ê derb li çeteyan xistin. Di vî şerî de herî kêm 11 çete hatin kuştin. -
'Heval Bagok' ê Awûstralyayî li Melboûrne hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Reece Hardîng (Bagok Serhed) ê Awûstralyayî, ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Melboûrneyê bi merasîmekê hat bîranîn. -
DBP: Divê pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxeke bilindtir bibe
Di encamnameya civîna endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê de hat ragihandin ku pêvajoya çareseriyê mîna berê nayê meşandin û hat destnîşankirin, ku girîng e pêvajo derbasî qonaxeke bilindtir bibe. -
Ji bo Hamdûllah Oge li Essenê sersaxî û bîranîn
Ji bo Hamdûllah Oge yê di 3'ê Hezîrana 2015'an de li navçeya Çewlik Kanîreşê di dema xebatên hilbijartinê de hat qetilkirin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Essenê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.