Servet Goçmen ê bi îdîaya beriya 3 salan li Avcilarê polîsek birîndar kiriye û êrîşa bombeyî li hember Qereqola Îstînyeyê pêk aniye tê darizandin, bi sûcê “Hewl daye destûra bingehîn biguherîne” cezayê muebeta girankirî û 168 sal û 9 meh ceza lê hat birîn.
Der barê Servet Goçmen ê bi îdîaya beriya 3 salan li Avcilarê polîsek birîndar kiriye û êrîşa bombeyî li hember Qereqola Îstînyeyê pêk aniye tê darizandin de rûniştina biryarê ya dozê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.
Servet Goçmen ê piştî parastina parêzerê xwe mafê axaftinê girt, spasiya parêzerê xwe kir û got, “Em ê gotina xwe ya dawiyê li dadgeha gel a dijminên gel lê têne darizandin bêjin.”
Heyeta dadgehê piştî parastinan biryara xwe diyar kir ku Goçmen sûcê “Hewl daye destûra bingehîn biguherîne” kiriye diyar e û bi cezayê muebeta girankirî hat darizandin.
Her wiha ji bo Goçmen der barê êrîşa bombeyî ya Qereqola Îstinyeyê ya li hemberî 4 polîsan de jî ji sûcê “bi qestî kuştina mirovan” bi giştî 90 sal, bi sûcê “gef”ê li du mexdûran xwariye jî 10 sal, ji sûcê “madeyên teqemeniyê hilgirtin” jî 6 sal û 8 meh, ji sûcê “zerardayîna malê gelemperiyê” jî 9 sal, ji sûcê “zerardayîna mal” 1 sal 6 meh, ji sûcê li hember du polîsan bi hinceta “bi sedema êrîşa çekdarî hewldana bi qestî kuştina mirovan” 42 sal, bi sûcê mexdûrek “bi qestî birîndarkirin” 3 sal, ji sûcê “liberxwedayîn” jî 2 sal 1 meh, ji sûcê “muxalefeta li hember qanûna çekê” 3 sal û ji sûcê “bi qestî ewlehiya giştî xistina tehlûkeyê” jî 1 sal û 6 meh û bi giştî jî 168 sal û 9 meh ceza lê hat birîn.