Mîrateya Cîhanê: Amed

Hevşaredarên bajarê Amedê piştî pêvajoyeke dûvedirêj vê carê bi mizgîniya tevlîbûna Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê bo lîsteya mîrateya Çanda Cîhanî UNESCO vegeriyan bajarê xwe û ev mizgînî bi gelê Amedê re parvekirin.

Hevşaredarên bajarê Amedê piştî pêvajoyeke dûvedirêj vê carê bi mizgîniya tevlîbûna Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê bo lîsteya mîrateya Çanda Cîhanî UNESCO vegeriyan bajarê xwe û ev mizgînî bi gelê Amedê re parvekirin. 

Di civîna komîteya mîrateya çanda cîhanî de Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê ketin lîsteya UNESCO ya mîrateyên çandî yên cîhanê. Bi vê nûçeyê dilê hemû gelê Amedê xweş bû û êdî ev sûrên dîrokî wê ji qederê re neyên hiştin û xwedî li wan were derketin. 

Bajarê Amedê yê ku jiyan lê wekî Çemê Dîcleyê bi hezarên salan diherike û mînaka biratiya gelan, çand û baweriyên cuda ye. Ji beriya hezarên salane de gelên cuda, zimanên cuda, çand û olên cuda li vî bajarê qedîm bi hev re di nava aştî û aramiyê de jiyan. 

Bi dehan şaristaniyan, çand û baweriyên cuda navên xwe li ser bircên Amedê kolane û Çemê Dîcle jî qet herikîna xwe ranewestandiye bi herikîna jiyana van gelan re her jiyana xwe berdewam kiriye û jiyan û şînkayî daye derdora xwe. 

Ji îro şûnde jî êdî UNESCO jî navê xwe li ser Sûrên Amedê kola û tevî Bexçeyê Hewselê êdî ew bûn mîrateya cîhanî, ew bûn mîrateya hemû mirovahiyê. 

Di axaftina pîrozbahiya vê mizgîniyê de Hevşaredara bajarê Mezin Gulten Kişanak got: "Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku layiqî nirxên mirovahî bin û xwedî li van sûran, li vê dîrokê û li van nirxên mirovahiyê derkevin. Bila her kes bizanibe ku em ê weke çavên xwe li wan miqate bin û em ê hemû rêbazên parastina wê li ber çavan bigirin."

Kişanak di dewama axaftina xwe de got ku ew ê bi hemû hêza xwe alîgirê aştiyê bin ku li ser vê erdnîgariyê hemû çand û olên cuda bikarin bi aştî û xweşî li kêleka hev bi azadî bijîn. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli jî bi navê hemû gelê Amedê spasiya komîteyê kir û got ku vê biryarê moraleke gelekî xweş û gelekî mezin daye hemû gelê vî bajarî.  Anli her wiha got ku ew dixwazin ji nifşên li pey xwe re jî bajarekî pir çandî, pirzimanî û pir olî bihêlin ku hemû bawerî û çandên cuda di nava azadî û aştiyê de li kêleka hev bijîn. 

Anli axaftina xwe bi kêfxweşiya vê biryarê berdewam kir û got ku çawa her çar deriyên sereke yên Sûrên Amedê her ji bo her kesî vekirî ne wiha dilê me jî ji bo hemû kesî vekeriye û werin vê mîrasa çandî ya cîhanî ji nêz ve bibînin. 

HEWLDANÊN KETINA NAVA UNESCO

Xebatên ji bo xwedîderketina li xwezayê û parastina van nirxên dîrokî di sala 1999 an de bi serketina HADEP’ê û bidestxistina şaredariya bajarê mezin re destpê kir.

Şaredariya Mezin a Amedê tevlî 54 şaredariyên ku xwedî bajarên dîrokî ne di Tîrmeha sala 2000 de Yekitiya Şaredariyên bajarên dîrokî ava kir. 

Di sala 2000'an de bajarê Amedê kete nava lîsteya demikî ya  UNESCO de. Di navbera salên 2001-2002 an de derdora sûrên Amedê hate paqijkirin û bi malên derdora sûran re hate axaftin ji bo parastina sûran. Bi van xebatan re êdî derdora sûran paqij bû û bêtir hêjayî dîtin û parastinê bû. 

Her wiha piştî kar û xebateke dûvedirêj îro bajarê Amedê kete nava lîsteya mîrateya çandî ya cîhanî UNESCO û hemû xebatên ku hatin kirin û hemû sazî û dezgehên ku cihê xwe di van xebatan de girtin hêjayî spasî û malavayê ne. 

Komîteya mîrateya Cîhanê UNESCO di civîna xwe 39. ya li bajarê Elmanya Bonnê di 4'ê Tîrmeha 2015 an de biryara tevlîkirina Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê ji bo lîsteya mîrateyên çandê yên cîhanî da û hevşaredarên Amedê yên ku tevlî vê civînê bibûn bi kêfxweşî li bajarê xwe vegeriyan û ev mizgînî bi gelê xwe re par vekirin.