Ciwanên Azad: Em li dora Rêberê xwe bicivin û tecrîdê bişikînin

Ciwanên Azad: Em bang li ciwanên Kurd dikin ku li dora Rêbertî bicivin û tecrîdê bişikînin. Divê ciwanên Kurd li her cihê lê ne, bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Ciwanên Azad nerazîbûneek tund nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan da û got, "Em bang li ciwanên Kurd dikin ku li dora Rêbertî bicivin û tecrîdê bişikînin. Heta ku em dengê xwe bigihînin dengê Rêberê me, divê ciwanên Kurd li her cihê lê ne, bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin."

Ciwanên Azad der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'AKP ZÊDEGAVÎ KIR!'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke hevrêyên Rêbertî bang dikin ku tecrîda li ser Rêberê me tavilê bê rakirin û dawî li polîtîkayên tinekirinê yên li dijî gelê Kurd bê anîn" û ev xal hat destnîşankirin: "Rêberê me ku ji sala 2013'an û vir ve di çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha siyasî de bi israr e, bi deklerasyona Newrozê re têgihiştinên şaş şikandiye. Baweriya jiyana bi hev re ya gelan xurt kiriye. Mînaka vê ya herî şênber, kombûna gelan di bin sîwanê HDP'ê de ye. Hikûmeta AKP a nikare xwe li vê jiyana hevpar rabigire, ketiye nava konsepteke şer. Hikûmeta AKP'ê polîtîkaya mijûlkirinê dewam kiriye û roj bi roj ji çareseriya pirsgirêke dûr ketiye. Di roja îro de bi girtin û qetilkirina Kurdan, bi alîkariya ji bo DAIŞ a namerd, di nava şert û mercên agirbestê de bi êrîşa li hemberî qadên gerîla û herî dawî jî bi tecrîda li ser Rêberê me re zêdegavî kiriye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ocalan xwedî wê hêzê ye pêvajoyê bi rêve bibe û çareseriya demokratîk pêk bîne, lewma AKP'ê serî li tecrîdê daye.

AKP HAT HIŞYARKIRIN, BANG LI CIWANÊN KURD HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bila hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk sebra ciwan û gelê Kurd nepîve" û ev bang hat kirin: "Azadiya Rêberê me azadiya me ye. Em weke ciwanên kurd û Tevgera Ciwanên Azad, di çarçoveya pêngava xwe ya 'Xwedî Derkeve' de dibêjin 'Xwedî li Serokê xwe Derkeve'. Li ser vêb ingehê me bang li ciwanên Kurd dikin ku li dora Rêbertî bicivin û tecrîdê bişikînin. Heta ku em dengê xwe bigihînin dengê Rêberê me, divê ciwanên Kurd li her cihê lê ne, bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin."