Cenazeyê Şervanê YPG'ê Rojhat Kahraman bi nasnav Têkoşer Qehreman, ku di operasyona paqijkirina Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya zêdeyî 40 hezar kesan, hat veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Rojhat Kahraman (Têkoşer Qehreman) ê ku di 27’ê Hezîranê de li Serekaniyê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê ji aliyê zêdetirî 40 hezar kesan ve hat oxirkirin. Cenazeyê Şervanê YPG’ê Kahraman li ser rêya Çelê-Colemêrgê ji aliyê sedan wesayîtan ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê Kahraman bi konvoyekî qelebalix anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Li pêş bajêr jî bi sedan welatî ku piranî jin bû, bi alên KCK, PKK û YPG’ê li pey konvoyê heya nexweşxaneyê meşiyan. Bi hatina cenazeyê şervanê YPG’ê Kahraman re hemû tax, kolan û sûk vala bû û hemwelatî herikîn ber nexweşxaneyê. Piraniya karmendan jî dev ji karên xwe berdan û dikanên xwe girtin.
HEVALÊN KAHRAMAN EW BI RÊ KIRIN
Cenazeyê Kahraman li nexweşxaneyê ji aliyê deh hezaran kesan bi dirûşmên “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” û “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin û ciwanan postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK, PKK û YPG vekirin. Piştî karên li nexweşxaneyê bi deh hezaran kesan deqeyek rêz girtin û cenazeyê Şervanê YPG’ê Kahraman ber bi Şehîdgeha li Serê Solan ve birin. Di merasîma ku her ku diçû zêdetir dibû û li hemû taxan bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn û di ser avahiyên li ser rê de jî wêneyên cangoriyên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Di merasîmê de dayikan demeke dirêj lorandin û gul avêtin ser wesayîta cenaze. Hevalên şervanê YPG’ê Kahraman jî di pêşiya wesayîtê de bi wêneyên Kahraman heya goristanê bi dirûşman meşiyan.
Girse dema gihişt xaçerêya Kantarê ji 40 hezar kesan derbas bû dawiya girseyê xuya nedikir. Li nêzî goristanê jî darbesta cenazeyê Kahraman ku bi alên YPG’ê û kesk, sor û zer hatibû xemilandin ji aliyê welatiyan bi tililî û nîşaneyên serketinê ji wesayîtê anîn xwarê. Heya goristanê cenazeyê Kahraman ji aliyê ciwanan ve ser milan bir.
JI NAVÇE Û GUNDAN BEŞDARÎ ÇÊBÛ
Di meşê de li gel deh hezaran welatiyan Parlementerên HDP’ê yên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nihat Akdogan, endamên saziyên sivîl ên Colemêrgê, hevşaredarên Colemêrgê û navçeyên wê, endamên MEYA-DER'ê amade bûn û gelek kes jî ji gund û navçeyan beşdarî merasî bûn.
Piştî wecîbeyên olî bi yek dengî “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Hevrê Kahraman nemir e" cenazeyê Kahraman hat definkirin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Hevserokê HDP’ê yê bajêr Rahmî Temel spasî li hemû welatiyên ku beşdarî merasîme bûn kir.
Girse piştre derbasî Mala Şînê ya li ber avahiya DBP’ê hat danîn bûn.