YPG: 11 çete hatin kuştin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê de gundikek hat rizgarkirin. Li Hesekê û başûrrojhilatê Til Hemîsê jî YPG/YPJ'ê derb li çeteyan xistin. Di vî şerî de herî kêm 11 çete hatin kuştin.
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê de gundikek hat rizgarkirin. Li Hesekê û başûrrojhilatê Til Hemîsê jî YPG/YPJ'ê derb li çeteyan xistin. Di vî şerî de herî kêm 11 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kurdistanê dewam dikin û diyar kir ku duh bi şev gundikekî di navbera gundên Serêkaniyê û Maxaretên de, ji çeteyan hatiye paqijkirin.
LI BAŞÛRÊ KOBANÊ HERÎ KÊM 10 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda ragihand ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin, lê belê di encama xebatên lêgerînê de 9 termên çeteyan hatin bi dest xistin.
Li gorî daxuyaniya navendê, komên çete duh bi şev xwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê Dalî Hesen ê pêr hatibû rizgarkirin bikin û hêzên YPG/YPJ'ê ev wesayît ji dûr ve teqandine. Di bûyerê de çeteyek hat kuştin.
JI BER TEQÎNA MAYÎNA ÇETEYAN 2 ENDAMÊN HPC JIYANA XWE JI DEST DAN
Navendê da xuyakirin ku duh li gundê Nûr Elî yê li başûrrojhilatê Kobanê ji ber teqîna mayîneke çeteyan 2 endamên Hêzên Parastina Cehwerî (HPC) jiyana xwe ji dest dane.
LI ROJAVAYÊ HESEKÊ ÇETEYEK HAT KUŞTIN
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî navenda Hesekê dewam dikin û hat gotin, "Şevê din hêzên me li hember komên çeteyên ku di navbera çiyayê Kizwanan û rojavayê Hesekê de xwe bi cih kiribûn operasyonek lidar xistin. Di encama operasyonê de wesayîteke çeteyan hatiye bi dest xistin. Li vê qadê qasî hatiye zelalkirin, endamekî çeteyan hatiye kuştin."
ÊRÎŞA ÇETEYAN A LI BAŞÛRROJHILATÊ TIL HEMÎSÊ HAT ŞIKANDIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku komên çeteyan duh bi şev êrîşî çarrêya Xessan a li başûrrojhilatê Til Hemîsê kirin û ev agahî da:
"Hêzên me cih de bersiv dan çeteyê ji 2 baskan ve êrîş kirin. Di encama şerê li vê qadê maşînekî leşkerî ya çeteyan hat rûxandin. Komên çeteyan ên êrîş kirin, neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin."