'Tecrîda li ser Ocalan dijberkirina bi mîlyonan mirovî ye'
Berdevka Platforma 'Azadî ji Ocalan re' parêzer Eren Keskîn destnîşaşn kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya dijberkirina bi mîlyonan mirovî.
Berdevka Platforma 'Azadî ji Ocalan re' parêzer Eren Keskîn destnîşaşn kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya dijberkirina bi mîlyonan mirovî.
Berdevka Platforma 'Azadî ji Ocalan re' parêzer Eren Keskîn destnîşaşn kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya dijberkirina bi mîlyonan mirovî. Keskîn ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku pejirandina têkoşîna Kurdan ji aliyê hêzên serdest ên li cîhanê, Tirkiyeyê aciz dike. Keskîn diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda li ser Ocalan, ev acizî ye. Keskîn da xuyakirin ku ji bo rakirina tecrîdê ew ê di hefteya pêş de bi rewşenbîr û nivîskaran re daxuyaniyekê bidin û destnîşan kir ku her gava Tirkiye di mijara pêvajoya çareseriyê de jê vegere, wê li dijî Tirkiyeyê be.
Eren Keskîn anî ziman ku nabe Ocalan bi tenê weke hikumxwarekî bê dîtin û bibîr xist ku bi mîlyonan mirovî ji xwe re ew weke lîder qebûl kirine. Keskîn destnîşan kir ku ji ber vê rastiyê tecrîda li ser Ocalan tê wateya dijberkirina bi mîlyonan mirovî.
Keskîn daxuyaniyên AKP'ê yên digot 'pêvajoya çareseriyê polîtîkayeke dewletê ye' bibîr xist û diyar kir ku eger pêvajo polîtîkayeke dewletê be, hingî kîjan partî desthilatdar divê beriya her tiştî ji bo rêveçûna pêvajoyê bi awayekî erênî, bikeve nava hewldanan. Keskîn da xuyakirin ku pêvajo ji aliyê gelê Kurd ve gelekî cuda bûye, li erdnîgariya Kurdistanê ya li nava Rojhilata Navîn bûye çar parçe yekane hêz li dijî rêxistina li dijî mirovahiyê DAIŞ'ê têdikoş Kurd e û anî ziman ku vê yekê nêrîna hêzên emperyal li tevgera Kurd guherandiye. Keskîn got, "Haya cîhanê êdî ji wan heye. Ji ber ku hat fêmkirin têkoşîna YPG/YPJ li dijî DAIŞ'ê dimeşîne, têkoşîna li ser navê tevahiya gelên cîhanê ye."
'SEDEMA TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA KURDAN A XURT DIBE YE'
Keskîn da zanîn ku qebûlkirina têkoşîna Kurdan ji aliyê hêzên serdest ên li cîhanê ve, Tirkiye gelekî aciz kiriye û diyar kir ku sedema bingehîn a tecrîda li ser Ocalan, ev acizî ye. Keskîn destnîşan kir ku her gava Tirkiye di mijara pêvajoya çareseriyê de jê vegere, wê li dijî Tirkiyeyê be û got, "Êdî tiştekî Kurd winda bike nîne. Axa xwe, canê xwe, zarokên xwe, mal û milkên xwe her tiştên xwe winda kirin. Ya ku di vir de winda bike dewleta Tirk a di şer de israr dike ye."
Keskîn ragihan ku di çarçoveya Platforma 'Ji Ocalan re Azadî' de ew ê hefteya pêş bi rewşenbîr û nivîskaran re bangekê bikin û xwes, tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin.