KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya 3 endamên xweparastinê hat aşkerakirin
Fermandariya Giştî ya hêzên erka xweparastinê nasnameya sê endamên xwe yên di berxwedana rojavayê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo bi serketî dawî bû' -HAT NÛKIRIN-
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku piştî 65 rojan pêngava ˮFermandar Rûbar Qamişloˮ bi dawî bû û got ku 11 hezar kîlometre çarçik ji çeteyan rizgar kirin. -
Şervana YPJ’ê Ceylan li Wanê hat oxirkirin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Egîd) a di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve li Taxa Dagorenê ya Bêgiriya Wanê hat definkirin. -
Bi sedan kesan sersaxî ji malbatên Demhat û Ocalan re xwestin
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê çûn serdana konê sersaxiyê yê têkoşer Ocalan Kobanê û Demhat Serêkaniyê ku di 6’ê Tîrmehê de li bajarê Girê Spî jiyana xwe ji dest dabûn û sersaxiya malbata wan xwestin. -
Amadekariyên konferansa dadmendî didomin
Endamên Dadgeha Gel a Serêkaniyê bi armanca amadekariya konferansa dadmendî, bi endamên komîteyên lihevanînê yên meclîsên gel û navendên jinan re hatin cem hev. -
Li Rojava operasyonên li dijî çeteyan dewam dikin
Şervanên YPG/YPJ'ê li Hesekê û Kobanê operasyonên xwe yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin. -
Şer û pevçûnên li Hesekê dijwar bûn
Li gundê Ferhiye yê li başûr rojhilatê Hesekê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn didomin. -
Parlamenterên HDP'yî malbata Ardûç ziyaret kirin
Parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê malbata Ardûç ziyaret kirin. Ayhan Ardûç di axaftina xwe ya dema serdanê de diyar kir ku ew bi biryar in heta pir bê çêkirin, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin. -
Ji artêşa Îranê sewqiyata leşkerî
Artêşa Îranê çekên giran û wesayîtên zirxî sewqî Dola Kokê ya Qendîl kir. -
Alerjiya rojnameya Sabah a li hember Rojava didome!
Konê bi armanca alîkariya ji Rojava re ku li Êlihê hat vedan û rastî eleqeyeke zêde ya gel tê, careke din rojnameya Sabah bi nûçeyên xwe yên derew ket dewrê. -
Narîn: Alîkariyên ji bo Rojava bi rêya Kordînasyonê bikin
Hevşaredarê Sûrê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeya Sûrê li dikandaran geriyan û belavokên ku tê de tê xwestin fitre û zekatên îsal ji gelê Rojava re werin şandin, belav kirin. -
Tevgera leşkerî zêde dibe
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla roj bi roj zêde dibe. -
Artêşa Îranê li Şehîdan derket operasyonê
Leşkerên Îranê li hemberî qada Şehîdan derketin operasyonê. Operasyon di heman rojê de bi awayekî bê encam bi dawî bû. -
Şervanê YPG’ê Yalçin ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Salîh Yalçin (Xeyrî Kato) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li goristana Şehîd Memed a li gundê Faraşînê yê Elkê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin. -
Li Hannoverê meşa ji bo azadiya Ocalan
Li Hannoverê di meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat gotin, "Azadiya Rêberê me ji bo me sedema şer û aştiyê ye." -
Gundên Til Ebû Emşa û Heyya hatin azadkirin
Li Hesekê şerê di navbera DAIŞ'ê û hêzên YPG/YPJ'ê de dewam dikin. Di vî şerî de 2 gundên din hatin azadkirin. Rejîma Sûriye jî nuqteyên di bin kontrola xwe de ne ji çeteyan re dihêle û direve. -
Cenazeyên 4 şervanan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Zurgan cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan spartin axê. -
'Ciwanên li Başûrê Kurdistanê direvin derveyî welat'
Parlamentera Tevgera Goran Îbrahîm diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê di nava meha dawî de 3.000 ciwan bi rêyên qaçax reviyan derveyî welat û ji parlamentê xwest, ku çareseriyekê ji vê re bibîne. -
Asya Ebdullah: Dijminatiya li Rojava bi kêr nayê
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah got, "Girîng e dewlet û hikûmeta Tirk êdî helwesta xwe zelal bike. Dest ji dijminatiya li Rojava bîne. Divê çeteyên êrîşî Rojava dikin neyên destekkirin." -
Alî Temel hat bîranîn
Hunermendê Kurd û gerîlayê PKK’ê Alî Temel (Selman), li Qoserê li ser gora xwe hat bîranîn. -
Tecrîda li ser Ocalan li Bîelefeldê hat şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bîelefeldê meşek hat lidarxistin. -
Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî didome
Malbatên Roboskiyî lêgerîna xwe ya edaletê ji bo 34 kesên hatine qetilkirin didomînin. Malbatên ku ji bo cara 184. li ser goristana Roboskî nobetê digirin, ji bo berpirsên komkujiyê nehatine cezakirin nerazîbûn nîşan dan. -
Mamûrekiyan got: Em kanên keviran naxwazin
Welatiyên gundên Mamûrek ên Meletiyê bal kişandin ser kana keviran a li çiyayê Naldoken hatiye avakirin û zerarên wê li ser derdor û gotin ku di gundê xwe de kanên keviran naxwazin. -
Endamên meclîsê yên AKP’yî navê Selahaddîn Eyyubî red kirin
Di civîna Meclîsa Şaredariya Tûşba de, pêşniyara endamên DBP’yî ya ji bo navê Selahaddîn Eyyûbî li parkekê bê dayîn bi piraniya dengên endamên AKP’yî hat redkirin. -
Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hate aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di pevçûnên Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.