Li Rojava operasyonên li dijî çeteyan dewam dikin

Şervanên YPG/YPJ'ê li Hesekê û Kobanê operasyonên xwe yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin.

Şervanên YPG/YPJ'ê li Hesekê û Kobanê operasyonên xwe yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku operasyonên hêzên wan ên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda Hesekê dabûn destpêkirin, dewam dikin û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Hêzên me şevê din li başûrê Hesekê li hember gundê Ebû Emşê, ku çeteyan xwe lê bi cih kiribûn operasyonek lidar xistin. Di encama operasyonê de gundê Ebû Emşê yê li kêleka herêma Vîlatê Sor, ji çeteyan hatiye paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.

Komên çeteyan îro danê sibehê li hemberî hêzên me yên li vî gundî êrîşek pêk anîn. Komên çeteyan maşînekî bombebarkirî teqandin û dest bi êrîşê kirin. Hêzên me bersiveke tund dan çeteyan û şerekî dijwar qewimî. Şerê li vê qadê bi dijwarî dewam dike."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand ku operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê li hemberî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şevê din li herêma Mecbele di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerekî demkurt qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên li vê qadê nehatiye zelalkirin. 

Hêzên me yên ku êrîşên çeteyan ên duh li derdora Ayn Îsa şikandin, li qadê xebatên legerînê meşandin. Di encama van xebatan de hêzên me li qadê 26 termên çeteyan bi dest xistin."