Amadekariyên konferansa dadmendî didomin
Endamên Dadgeha Gel a Serêkaniyê bi armanca amadekariya konferansa dadmendî, bi endamên komîteyên lihevanînê yên meclîsên gel û navendên jinan re hatin cem hev.

Endamên Dadgeha Gel a Serêkaniyê bi armanca amadekarina lidarxistina konferansa dadmendî bi endamên komîteyên lihevanînê yên meclîsên gel û endamên navendên jinan ên bajar re hatin cem hev. Civîn li meydana Navenda Asayîşê ya Serêkaniyê bi beşdarbûna endamên Meclîsa Dadmendî ya Kantona Cizîrê hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir.
Paşê endamê Meclîsa Dadmendî yê Kantona Cizîrê axivî û bal kişand ser armanca wan ji civînê ewe ku civîna wan bi armanca ku hemû endamên komîteyan rêziknameya dadmendî baş bizanin û çawa pêk bînin û got ku pêwîste hemû endamên dadgehê û endamên komîteyên lihevanînê baş erka xwe pêk bînin û bi edalet û wekhevî di dozan de biryarê bidin.
Piştî axaftin bi dawî bû beşdaran rêziknameya dadmendî nîqaş kirin û hate gotin ku pêwîste kota jinan ne kêmî 40 ji sedî be, gelê dê biryara dozê bide, navê dadgeha Gel bibe meclîsa Dadmendî, Mafê parastina dîplomasî ji ser endamên Meclîsa Dadmendiyê bê rakirin û pêwîstiya ku têkoşîna li dijî terorê bibe beşek ji Meclîsa Dadmendî.
Piştî nîqaşan rêziknameya hundirîn a demî dadgehên gel ji aliyê parêzer Meha Sîno ve hate xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.
Civîn bi guftûgoyan bi dawî bû.