Şervana YPJ’ê Ceylan li Wanê hat oxirkirin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Egîd) a di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve li Taxa Dagorenê ya Bêgiriya Wanê hat definkirin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Egîd) a di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê jinan ve li taxa Dagorenê ya Bêgiriya Wanê hat definkirin.

Şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Egîd) a di şerê herêma Sirînê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Oztoktaş li Taxa Dagorenê ya Bêgiriya Wanê hat definkirin. Cenazeyê Oztoktaş bi sedan wesayîtan li ser rêya Elcewaz-Erdîşê hat pêşwazîkirin û ji bo definkirinê ber bi Taxa Dagorenê ve bi rê ketin. Jinan cenazeyê Oztoktaş li ser milê xwe kirin û bi  dirûşmên, "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Bijî Serok Apo", hilgirtina posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê heta goristanê meşiyan. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Oztoktaş hat definkirin.

'DIVÊ EM DI RÊYA ŞEHÎDAN DE BIMEŞIN'

Rêveberê MEYA-DER'ê Cemal Sezgîn got ku ew ê têkoşîna cangoriyên azadiyê bidomînin û wiha got: "Rêberê me jî şehîdan wekî rêberê xwe dibîne. Em ê di rêya şehîdan de bimeşin. Di serî de serê Rêber Apo û hemû hevrêyên me yên gerîla sax be."

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Kewê Işik diyar kir ku wan îro jî parçeyek ji canê xwe defin kirine û wiha pêde çû: "Îro roj roja ku em li dora şehîdên xwe bibin xelek e. Ji bo zimanê me, bîr û baweriya me û nasnameya me berê xwe dan çiyayên azad. Em ê xwedî li Rêberê xwe û şehîdên xwe derkevin."

'RÊYA WAN RÊYA ME YE'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer jî got ku şehîd rêya wan ronî dike û ev tişt anî ziman: "Em soz didin hemû jinên ku ji bo azadiya xwe û gelê xwe têdikoşin, em ê xwedî li Serokatiya xwe û şehîdan derkevin. Rêya wan rêya me ye."

Piştî axaftinan welatî ji bo sersaxiyê çûn konê sersaxiyê û ji malbatê sersaxî xwestin.