KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Meclîsa Azadiya Jinê ji bo pêvajoya çareseriyê wê hevdîtinan bike
Meclîsa Azadiya Jinê diyar kir ku ji bo jin bi hêz di pêvajoya çareseriyê de cih bigire û bibin xwedî rol û mîsyon wê heyetan ava bikin bi Qendîl, Îmrali, hikûmet, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hevdîtinan bikin. -
Li Hesekê 4 çete hatin kuştin
Li başûrê Hesekê di encama operasyoneke li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 4 çete hatin kuştin. -
PDK cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê asteng dike
Rayedarên PDK’ê rê neda cenazeyên 11 şervanên YPG/YPJ’ê derbasî Başûr bêne kirin. Gel ev helwesta PDK’ê protesto kir. -
Rewşa Morkoç ê ji aliyê leşkeran ve hat birîndarkirin giran e
Xeteriya jiyana Sabrî Morkoç ê li Goleyê di êrîşa leşkeran de birîndar bû, didome. Tê payîn ku Kamber Morkoç ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye jî bê definkirin. -
YJA Star û ciwanên Licê erdên esrar lê hatibû çandin şewitandin
Gerîlayên YJA Starê li navçeya Licê ya Amedê ji bo gelê navçeyê esrar û kenevîra hînt neçînin, hişyar kirin. Erdên esrar lê hatibûn çandin piştî hişyariya gerîlayên YJA Starê, esrara hatibû çandin ji aliyê ciwanan ve hat îmhakirin. -
Gerîla Mazdek û Şevger ji ber zextên PDK'ê tevlî HPG'ê bûn
Gerîla Mazdek Mûrat û Şevger Arîn ên piştî dijwarbûna şerê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji neçarî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn dan xuyakirin, ku ji ber zext û nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê yên PDK'ê, wan berê xwe dane çiyê û tevlî HPG'ê bûne. -
Tecrîd hat şermezarkirin, ji Ocalan re azadî hat xwestin
Protestokirinên têkildarî şert û mercên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên didomin. Li Nisêbîn, Şemzînan, Semsûr û Agiriyê gel tecrîd lanet kir û ji Ocalan re azadî xwestin. -
'Em alîkariya ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojava bidomînin'
Şaredariya Êlihê di çarçoveya kampanyaya, “Fitre û zekata me ji bo gelê Kobanê” alîkariyên hatin komkirin ji bo bigihêjin gelê Kobanê hatin rêkirin. -
Ji Heskîfê ‘Avêtina Mezin’
Bernameya ku di bin navê ‘Herikîna azad a çeman, aştiya çeman a bi mirovan re’ ‘Avêtina Mezin’ li her derê cîhanê pêk tê û li Heskîfê jî pêk hat. -
'Ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên bi bandor divê'
Gerîlayên HPG'ê destnîşan kirin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî sebra gerîla û gelê Kurdistanê nemaye û li dijî vê yekê banga çalakiyên bi bandor kirin. -
Şervanên YPG/YPJ’ê hatin oxirkirin
Şêniyên Qamişlo cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê yên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê. -
'Bûyera li Erdexanê êrîşeke plankirî ya artêşa Tirk e'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel da xuyakirin ku êrîşa li hemberî sivîlên ji Gundikê Golan ê Erdexanê diçûn zozanan, êrîşeke artêşa Tirk a plankirî ye. -
'14'ê Tîrmehê: Serketina mezin a dil û îradeyê'
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Yilmaz Daglûm got, "Kenan Evren bi gotina 'li vê derê mirovên welê hene ku tu serê wan jê bike, dest ji doza xwe bernadin' neçar maye li serketina îdeolojîk a Xeyrî, Kemal û Mazlûman mukur bê." -
'Ji ber êrîşên PDK'ê tevlî refên gerîla bûm'
Gerîla Rustem Qendîl ê ji Rojavayê Kurdistanê, bal kişand ser zextên PDK'ê yên li hemberî Rojavayiyên ji ber şer koçî Başûr kirine û destnîşan kir ku ew li dijî êrîşên PDK'ê tevlî refên gerîla bûye. -
Gerîlayên HPG'ê: Divê polîtîkaya tecrîdê neyê qebûlkirin
Gerîlayên HPG'ê destnîşan kirin ku divê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi mekanîzmayeke rast a parastinê re pêvajo were nirxandin. -
'Şehîdên meha Tîrmehê' li Bodensee hatin bîranîn
Li bajarê Elmanya Bodensee, 'Şehîdên meha Tîrmehê' bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
Tecrîd wê li Parîsê bê protestokirin
CDK-F bang li Kurdistaniyên li Parîsê dijîn kir ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beşdarî meş û mîtînga sibe ya li Gare de l’Est’den Rebuplique bibin. -
Xwedî li têkoşîna bavê xwe derket
Gulçîn Ûmût piştî ku hîn bû bavê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, beşdarî refên gerîla bû. Ûmût got: "Beriya her tiştî divê em xwedî li şehîdên şoreşê derkevin, xwedî li bîranînên wan derkevin û di şopa wan de bimeşin." -
TJK-E: Divê nerazîbûn li hemberî tecrîdê bê nîşandan
TJK-E, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, bi dirûşma "Azadiya jinê bi azadiya rêbertiyê dibe" dest bi rêze çalakiyan dike. -
Gel zarokên xwe ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin
Şervanê YPG’ê Aykan Cengîz li Erdîşa Wanê, Mustafa Turhan li Qerqeliya Wanê, Osman Atmaca li Kopa Mûşê, gerîlayê HPG’ê Îbrahîm Ozyolcu li Panos a Agirî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Morkoç hat emeliyatkirin
Li navçeya Gole ya Erdexanê ku leşkeran mînîbusa diçû pîknîkê gulebaran kirin Sabrî Morkoç ê bi giranî birîndar bû rakirin emeliyatê. Hat diyarkirin ku rewşa Morkoç giran e. -
Şervana YPJ'ê Atalay li Êlihê hat defnkirin
Şervana YPJ’ê Bêrîtan Atalay (Bermal Egîd) a li Girê Spî di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê hat defnkirin. -
Sewalên derbasî Kobanê bibin wê bên kontrolkirin
Desteya Çandiniyê ya Kobanê ji hemû welatiyên ku dixwazin sewalan bi armanca xwedîkirinê yan bazirganiyê derbasî kantona Kobanê bikin, pêwîst e bi biryar derbas bikin. -
Li Şengalê ji çeteyan hewldana êrîşê: 18 çete hatin kuştin
Li Şengalê piştî hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya kemîndanîna li hember hêzên HPG û YJA Star şer derket 15 çete hatin kuştin. -
Şervanê YPG’ê û gerîlayê HPG’ê li Qendîlê spartin axê
Şervanê YPG’ê Şêrwan Umer Resûl ê bi nasnav Rêbîn Şoreş û gerîlayê HPG’ê Ferzad Maksûdî yê bi nasnav Egîd Berxwedan li Şehîdgeha Mehmet Karasungur a Qendîlê bi merasîmekê hatin defnkirin.