KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla Cîhan li Mexmûrê hat bîranîn
Gerîlaya HPG’ê û YJA-STAR’ê Cîhan Zagros di 18. salvegera şehadeta xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bîranîn. -
Bi hinceta 'ewlekariyê' wê Kurdistanê di binê avê de bihêlin!
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd beriya 3 salan agirbest hat îlankirin. Lê belê ji hingî ve projeyên qereqol, kalekol, HES û bendav bi cih tên anîn. -
Hêzên YPG/YPJ'ê Pira Spî kontrol kirin
Pira Spî ya li ser rêya Hesekê-Reqayê ye û xwedî girîngiyeke stratejîk e, ket bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê. Ev pir li ser rêya gundê Ebyadê ye ku ev gund ji aliyê DAIŞ'ê ve weke baregehê dihat bikaranîn. -
Di 14'ê Tîrmehê Goristana Şehîd Gulan û Şehîd Simko hate vekirin
Di salvegera 33. a Berxwedana 14'ê Tîrmehê de li heremên Parastinê yên Medyayê Goristana Şehîd Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û Şehîd Simko Serhildan bi merasîmeke leşkerî hat vekirin. Di merasîmê de malbatên cangoriyan û bi dehan gerîla amade bûn. -
Karayilan: Dewleta Tirk ji rêveberiya Rojava re got 'êdî zêde bi pêş ve neçin'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan: Li gorî agahiyên gihaştine me, dewleta Tirk bi awayekî fermî ji rêveberiya Rojava re gotiye 'êdî zêdetir bi pêş ve neçin'. Naxwaze herêma Cerablûsê bê rizgarkirin û kantonên Kobanê û Efrînê bigihêjin hev. -
'Berxwedana 14'ê Tîrmehê îro jî didome'
Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku berxwedanên ji ruhê 14'ê Tîrmehê îro jî dewam dikin. -
Li Agiriyê erdhej
Li Agiriyê bi pileya 4,1 erdhej pêk hat. -
Gerîlayê HPG’ê Yardimci li Geverê hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Maruf Yardimci (Yilmaz Cîlo) ê li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Geverê bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin. -
Agirê leşkerên Tirk li Çiyayê Cûdî derxist hê didome
Agirê duh şev piştî bombebarana leşkerên li Çiyayê Cûdî destpê kir hê jî nehatiye vemirandin. Hem xemsariya rayedarên dewletê û hem jî xemsariya gel şewata Çiyayê Cûdî didome. -
Li Amed û Mêrdînê serdanên goristanan
Li navçeya Pîran a Amedê û li Mêrdînê bi boneya Cejna Remezanê gorên şervan û gerîlayên di têkoşîna azadiya Kurdistanê û li Rojava jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin. -
Çeteyên DAIŞ’ê ji Hesekê direvin
Piştî şervanên YPG/YPJ’ê derbeyên giran li çeteyan xistin, çeteyên DAIŞ’ê ji başûrê rojhilatê Hesekê û başûrê çemê Xabûr direvin. Şervanên YPG’ê pêşve diçin. -
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Cûmalî Kartal anîn Rihayê
Cenazeyê Şervanê YPG’ê Cûmalî Kartal (Elî Cûdî) ê li Sirîna başûrê Kobanê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ji deriyê sînor hat wergirtin û anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê -
‘Berxwedana Qendîlê berxwedana di Kurdê Azad de israr e’
Fermandarıya Giştî ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê bi munasebeta 4. salvegera êrîşa rejîma Îranê ya 16’ ê Tîrmeha 2011’an li hember tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê PJAK, HRK û HJRK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. -
HPG: Têkildarî komployê em li bendê ne PDK û cemaet îzahatê bikin
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê diyar kir 12’ê Tîrmehê di şerê li gundê Gabara 3 gerîla bi komployekê jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê got ku bi taybet ji PDK û cemaetên li vir ên berpirsyar li benda îzahatê ne. -
Li Hesekê derbên giran li çeteyan hatin xistin
Şervanên YPG/YPJ'ê, di nava 24 saetên dawî yên operasyona li başûrê Hesekê de 2 panzer û tankeke çeteyan rûxandin. Di vî şerî de herî kêm 29 çete hatin kuştin. -
PYD: Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhema şoreşa 19’ê Tîrmehê ye
PYD’ê diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi sazî, hevpeymana civakî, projeya çareseriya siyasî û nexşeya xwe re berhema şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an e û mînaka pêşeroja Rojhilata Navîn e. -
'Zaroka gelekî berxwedêr im, xweş dizanim serbilind bim!'
Endama Kolektîfa Sînema Mezopotamya Lîsa Çalan a 28 salî, ku di êrîşa bombeyî ya li mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê de her du lingên xwe winda kir, ji bo jiyanê li ber xwe dide. -
Tevgera leşkerî dewam dike
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla zêde dibe. -
Gerîlayan berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bibîr anîn
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê di salvegera 33. de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bîranîn. -
Çeteyên DAIŞ’ê li Şedadê 7 kes li çarmîxê de dan
Çeteyên DIAŞ’ê li bajaroka Şedadê 7 welatî li meydanê û li ber çavên hemû welatiyan çarmîx kirin. -
Hemû rêyên ber bi Hesekê di bin kontrola YPG'ê de ne
Hemû rêyên ber bi Hesekê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin kontrolkirin. Hêzên YPG/YPJ'ê yên dor li çeteyan girtine, Girtîgeha Zarokan jî kontrol kirin. -
'Em dixwazin çanda civakparêziya demokratîk biafirînin'
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakîr da xuyakirin ku ew dixwazin ji jêrê ber bi jorê ve rêxistinbûyîna demokratîk a civakê pêk bînin û çandeke civakparêziya demokratîk biafirînin. -
KNK'ê cejna Remezanê pîroz kir
KNK'ê cejna Remezanê li tevahiya gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û got, "Em bi hêvî û bawer in ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad pîroz bike." -
Ti carî agirbesta hikûmeta AKP’ê pêk nehat - Cemîl Bayik
"Divê ji hikûmeta ev AKP'ê bê pirsîn; agirbest ji bo çi tê îlan kirin? Gelo agirbest ji bo derfet dayina aştiyeke mayînde û çareseriyê nayê îlan kirin? Hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kîjan gav avêtine?" -
Keça Seyîd Riza wê li Agdatê bê veşartin
Keça Seyîd Riza Leyla Aglar wê were veşartin.