Bi hinceta 'ewlekariyê' wê Kurdistanê di binê avê de bihêlin!
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd beriya 3 salan agirbest hat îlankirin. Lê belê ji hingî ve projeyên qereqol, kalekol, HES û bendav bi cih tên anîn.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd beriya 3 salan agirbest hat îlankirin. Lê belê ji hingî ve projeyên qereqol, kalekol, HES û bendav bi cih tên anîn.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd beriya 3 salan agirbest hat îlankirin. Lê belê ji hingî ve projeyên qereqol, kalekol, HES û bendav bi cih tên anîn. Li aliyekî nîqaşên çareserkirina pirsgirêka Kurd li aliyê din jî çêkirina qereqol û bedav ku tên wateya amadekariya şer, li herêmê tansiyon bilind kir.
Li Bakurê Kurdistanê hema hema li ser her çemî bendav û projeyên HES’ê dikevin dewrê. Rayedarên dewletê diyar dikin ku gelek bendav û HES bi armanca 'ewlekariyê' tên çêkirin.
Di sala 2013’an de agirbest hat îlankirin û wê demê bi sedan projeyên qereqol, HES û bendavan ketin meriyetê. Di demên dawî de KCK’ê têkildarî projeyên HES, bendav û qereqolan daxuyanî da û piştî vê ÎHD’ê raporek der bare qereqol û kalekolên ku AKP çêdike de, weşand. ÎHD'ê diyar kir ku di sala dawî de di serî de li Amed, Şirnex, Colemêrg û Dêrsimê, li seranserê herêmê çêkirina 341 qereqolênnû hatine îhalekirin û beşek ji van temam bûne. Înşaeta 102 heban hat temamkirin û ya 189 heban jî didome. 36 heb jî hîna di asta îhaleyê de ne.
QEREQOL
Hat gotin ku ji aliyê TOKÎ’yê ve 189 qereqol hatine çêkirin û navê qereqolên ku temam bûne û didomin di raporê de wiha hat rêzkirin:
COLEMÊRG
Li hember Çiyayê Şehîdan sînorê Îranê ku 50 km ji Şemzînanê dûre li herêma ku gundên Şikeftan, Gola, Ketuna Binî, Ketuna Serî, Zivkan, Balê, Zerikî û Gosrova lê ye qereqol û stargehên nû tên çêkirin.Li vê herêmê, li Varibozu, Dema Çiya, Girê Eshaba, Berê Evrazê, Kaniyaspi, Banige, Tilsê, Kola, Nerduşe, Bihiyahorê, Gendalok, Vargeniman, Şikeftan, Garê, Gelişim, Evrestepe, Masîro, Meleyan, Zini Tepesi, Türkan Tepesi û Çimeni Hesci çêkirina qereqolan didome. Li hember sînor li Îranê li Xelila 1, Xelila 2, Zerpele, girê Şikeftan, herêma Şehidan, Fişe, Kendalok û Kemalok qereqol tên çêkirin. Li lûtkeyên çiyayê Şehîdan jî ji aliyê Îranê ve li dijî balafiran radar hatiye avakirin.
Li Geverê: Li herêm Oramarê 3 heb, li Çobanpinarê, herêma Doskî 2 heb, li bajaroka Buyukçîrtlîk, gundê Kisikli, mintikaya Perîhan û Gundê Guvenlî.
DÊRSIM
Li Dêrsimê 5 kalekol, 16 qereqolên mobîl û 31 jî kûleyên leşkerî bi tevahî 52 baragehên leşkerî tên çêkirin. Ji van çêkirina 22 heban destpê kir. Qereqolên ku li girên stratejîk tên çêkirin, daristanan kêm dikin. Bi taybet rêya Qislê, Pulur û Pertekê, bejahiya gundê Çîçeklî û gelek nuqte darên li daristanan kêm kirine. Hat hînbûn ku Fermandariya Jendermeyan ji bo li herêmên daristan lê ne cih tahsîs bikin daxwaz kirine.
Li Dêrsimê cihê ku herî zêde qereqol lê zêde bûne Pilemûr e. Li geliyê Pilemûrê 16 qereqolên mobîl, 5 kalekol û 16 kule tên plankirin. Di nava qereqolên tên çêkirin de Çiyayê Zel û Keleha Sînan jî cih digire.
Li Pilemûrê li pira Sor 5 qereqol û kuleyek tê çêkirin. Dîsa li Pilurê qereqolên Uçadam û Kocatepe li gir û çiyayê serdest tên çêkirin.
Qereqola gundê Bilgeç a Pulurê jî ji cihê wê yê berê radikin cihekî stratejîktirin. Li gel qereqola gundê Cezîvlîdere jî ji bo leşker lê bimînin 4-5 konteynir hatine danîn.
Qereqola gundê Darikent a Mazgêrtê jî ji cihê berê dibin ser girê herî jor. Li herêma Xiran jî qereqolek tê çêkirin. Li Alîbogaz a di sînorê Çemîşgezekê de ye qereqolek nû tê çêkirin.
Li Qislê di baragehên leşkerî de hejmara zêde a leşkeran bale dikişîne û fermandariya cendermeyan a naçveyan ku di asta yarbay de bû ev du mehe bûye albay. Ji bilî vê jî hejmara leşkeran hatiye zêdekirin.
Ji bilî van herêman li herêma Amed û Wanê jî çêkirina qereqolan didome. Li gundê Kayacik a Licê qereqol tê çêkirin, li navçeya Aricak a Elezîzê qereqol tê çêkirin û li navçeya Payîzava a wane jî li gundê Aksîn û gundê Şamînîs a Şaxê jî qereqol tên çêkirin."
BENDAVÊN EWLEKARIYÊ
ÎHD’ê di rapora xwe de bal kişand ser bendavên ewlekariyê û diyar kir ku niha li Dêrsimê li ser Çemê Mûnzûrê çêkirina 4 bendavên ewlekariyê didomin. Dîsa li Çemîşgezekê li ser ava Tagar çêkirina bendav û Alîbogazê didome.
ÎHD’ê wiha got: "Bi temamkirina Bendava Kebanê ku di salên 70’ê de temam bû re sînorê Dêrsim û Elezîzê hema hema hemû ji hev qût bû û bendavên Pembelîk, Seyrantepe û Tatar yên di navbera navçeyên Qislê ya Dêrsimê û Dep a Elezîzê û û Newla Perî de hatiye avakirinê hemû têkiliyên bajar ji hev qût kirine. Dîsa bendavên Dînar, Mercan, Çemîşgezek û Uzunçayir ku li geliyê Mûnzûr, Pilemûr û Mercanê hatine avakirin û sînorê Dêrsim-Çewlik û Dêrsim-Erzînganê ava dikin, Dêrsim ji van bajarên din qut kiriye. Dêrsim bi HES û Bendavan xistine bin dorpêçiyê û bendava Uzunçayir ya li ser Pira Mazgîrtê hatiye avakirinê jî ava wê heta navenda bajar çûye.
Li bajar niha çêkirina 27 bendav û projeyên HES’ê di rojevê de ne. Ev jî wê hemû cih û waran di bin avê de bihêle û gel koçber bike."
XWEZAYÊ WÊRAN DIKIN: ÇIYA TÊN HILWEŞANDIN
Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê Haydar Çetînkaya têkildarî mijarê got: "Li Tirkiyeyê hejmara proje û HES’an 1487 e. Hejmara bendavên hatine temamkirinê 503 ye. 150 bendav didomin. Li seranserê Dêrsimê hejmara bendavên tê plankirin 27 û 7 temam bûne. Bendav û HES’ên li Dêrsimê temam bûne; Mercan HES, Bendava Uzunçayirê û HES, Dînar HES, Çemîşgeşek HES, Bendava Tatar û HES, bendava Seyran Tepe û HES, bendava Pembelîk û HES. Beriya destp bi çêkirina bendavan bikin qereqol tên çêkirin û ewlehiya bendavan tê girtin. Li dora bendavan gelek qereqol hatine çêkirin. Bi çêkirina qereqolan xweza tê wêrankirin, çiya tên hilweşandin. Li seranserê herêmê hejmara bendav û HES’an di ser 300’î de ye."
ŞIRNEX
Li gorî raporê li Şirnexê nêzî 10 qereqolên nû tên çêkirin û hinek qereqol jî tên nûkirin. Hinek qereqolên tên çêkirin wihane: navend: qereqola Mîllî, herêma barageh a bajaroka Balveren, qereqola Kizilkolu
Li navçeya Hezexê qereqola gundê Basê, li Sîlopiyê qereqola Şikeftê û Ovakoy, her wiha li Sîlopiyê 15 qereqol tên nûkirin û mezinkirin. Ji van qereqolan hinek wihane: Kenkara, Kabakozu, Bostanci, Yankale, Gilpevre, Ortakoy, Xabur, Katili, Çalişkan. Li Cizîrê li gundê Derbaçya qereoklek nû tê çêkirin.
Li Basanê qereqola Gumuşyazi û qereqola bajaroka Findik."
ELKÊ
Li Elkê qereqola navendî hat mezinkirin û li bajarokê Mezra tabûr hat mezinkirin. Li bajarokê Uzungeçît ê Qilabanê li ser erdê şêniyên taxê qereqol tê çêkirin.
Li Şirnexê çêkirina 11 bendavan didome. Dîsa li ser çemê Botanê ya Sêrtê jî bendava tê çêkirin balê dikişîne.
Di rapora ÎHD’ê de têkildarî mijarê wiha tê gotin: "Bendavên li sînorê Şirnexê di nuqteyên ku sînorê Tirkiye û Iraqê dikin yek de tê çêkirin, hedef dike ku her du erdnîgariyan ji hev qut bike. Bendavên di bin navê ewlehiyê de tên çêkirin bi welatiyan re fikaran zêde dike.”
Li Botanê 11 bendavên ewlekariyê tên çêkirin. Ji Sîlopiyê heta Colemêrgê bilindahiya bendavên ewlehiyê ji 30 metreyî heta 85 metreyî dertê. Bi van bendavan hewl didin derbasbûna gerîlayan bigirin."
URUN: SÎNORAN DIKE NAVBERA ME
Hevşaredara Qilabanê Zeynep Urun got: "Li Qilabanê 8 bendavên ewlekariyê tên çêkirin. Yek di navbera Sêgirkê û Şêxan de ye. Li van deveran herêmên xwecihbûnê hene. Înşaeta bendava ku niha berdewam dike îrtîbata herêma Başûrê Kurdistan û Qilabanê bi tevahî qut bike. Yanî bi ava bendavê sînoran dikin navbera me. Bi van bendavan re dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Hukumdar hemû jiyana me serdest dikin. Ev darbeyeke."
SARIYILDIZ: NIYETA XERAB
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got: "Niyeta dewletê ya di bendavên ewlehiyê de xerab e. Eger ku niyeta wan ya çareseriyê hebûna wê ev bendav çênekiribana. Xuyaye ku niyeteke wan ya çareseriyê tine. Ger hebûna wê ji bo jiyaneke wekhev û hevbeş hewl bidana."
ENÇ: KOÇBERIYA DUYEM FERZ DIKIN
Endamê Meclîsa Giştî ya Şirnexê Îrfan Enç jî da zanîn ku bi van bendavan re koçberiya duyem li gel ferz dikin û her wiha dixwazin sînor deynin navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê.
ÊLIH
Bendava Ilisu ya li ser çemê Dîcle tê avakirin herêmên Botan û Xerzan ji hev dike. Her wiha wê bi sedan cihî di bin avê de bihêle û xala dewlemend di bin avê de bihêle. Li aliyê din jî hoyukên bi hezaran salî û Heskîf wê di bin avêde bê hiştin. Li aliyê din li navçey Sason a li herêma Cacaz sê Santralên Hîdro Elektîrik wê bên avakirin û wê Sason-Muş û Pasûr ji hev bê kirin. Li Kozlukê jî ji bo çêkirina HES’an tê israrkirin.
Serokê Komeleya Dildarên Êlihê Recep Kavuş got bendavên li Kurdistanê tên çêkirin bi armanca ewlehiyê tên çêkirin.
Li gorî daneyên DSÎ’yê bendav û HES’ên tên çêkirin li gorî bajaran wiha ne:
"Mereş: 54
Semsûr: 25
Meletî: 27
Elezîz: 16
Dêrsim: 9
Erzîngan:29
Erzîrom:63
Erdexan: 10
Qers:21
Îdir:3
Agirî:3
Muş: 11
Çewlik: 19
Bedlîs:18
Êlih: 9
Mêrdîn:1
Riha: 3
Sêrt:13
Wan:29
Colemêrg:20."