Agirê leşkerên Tirk li Çiyayê Cûdî derxist hê didome

Agirê duh şev piştî bombebarana leşkerên li Çiyayê Cûdî destpê kir hê jî nehatiye vemirandin. Hem xemsariya rayedarên dewletê û hem jî xemsariya gel şewata Çiyayê Cûdî didome.

Agirê duh şev piştî bombebarana leşkerên li Çiyayê Cûdî destpê kir hê jî nehatiye vemirandin. Hem xemsariya rayedarên dewletê û hem jî xemsariya gel şewata Çiyayê Cûdî didome.

Agirê duh şev piştî bombebarana leşkerên Tabura Git li Çiyayê Cûdî destpê kir hê jî nehatiye vemirandin. Duh ji aliyê leşkeran ve çiyayê Cûdî hatibû topbarankirin û di encamê de li nêzî gundên Herbol û Silib ên bajaroka Bêspin a navçeya Silopiya ya Şirnexê agir bi daristanan ketibû. Heya niha bi dehan hektar daristan şewitiye. Her çiqas welatiyên li gundê Herbol dijîn ji rayedaran xwestibe mudaxaleyî agir bikin jî ti encam nehatiye standin. Welatiyên ku hejmara wan ji dehan nabore bi derfetên xwe hewl didin pêşiyê li berfirehbûna agir bigirin lê ji ber şertên xwezaya çiyayê Cûdî heya niha nekarîne pêşiyê li şewitandina daristanan bigirin.

Ji duh heya niha welatiyên li herêmê dimînin li ser rêya telefon û çapemeniyê bang li rayedaran dikin ku alîkariyê bidin wan. Li gel xemsariya rayedarên dewletê ji duh heya niha ji gelê Silopî jî li hember şewitîna çiyayê Cûdî bê hişmendiyek pêkan e.

Agirê duh li nêzî gundê Herbol û Silib destpêkirî niha ber bi gundê Bilika ve diçe.